HPGê li navçeya Şemzînan a Colemêrgê sê nêzî gundê Ewliya 3 cerdevanên bi dildarî cerdevaniyê dikirin binçav kir. Hat diyarkirin ku lêpirsîna cerdevanan didome.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê (HPG-NÇR) da zanîn ku gerîlayan 19ê mijdar li nêzî gundê Ewliya yê navçeya Şemzînanê sê cerdevan binçav kiriye û ev agahî da:
“Di 19’an de li navçeya Şemzînan Colemergê li Gundê Ewliya 3 cerdewanên bi dil cerdewaniyê dikin û li qadên di bin serweriya gerîlayên me de bê destûr digeriyan û ji ber tevgêrên wan ê bi gûman hatine binçavkirin. Lêpirsîna her sê cerdewanan berdewam dike.”