HPG: Di çalakiya sabotajê ya li Agiriyê de 38 leşker mirin

HPG: Di çalakiya sabotajê ya li Agiriyê de 38 leşker mirin

HPG’ê diyar kir ku di çalakiya sabotajê ya ku di 18’ê cotmehê de li navçeya Zêdkan a Agiriyê pêk hat de herî kêm 38 leşker hatin kuştin.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê (HPG-NÇR) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di encama çalakiya gerîlayan a sabotajê ya li navçeya Zêdkan (Eleşgirt) a Agiriyê de 38 leşker hatin kuştin.

HPG-NÇR der barê çalakiyê de ev agahî da; “Di çarçoveya Tevgera Şoreşgerî ya Şehîd Sîdar û Şehîd Dîcle de li navçeya Eleşgirta Agiriyê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin.

Di 18'ê Cotmehê de di saet 23.30'an de li Eleşgirta Agiriyê li navbera gundên Sivik û Kurdalî de di dema derbasbûna karwaneke leşkerî ya ji 6 wesayitan pêk dihat li dijî xeta lûleyan a petrolê ji aliyê gerîlayên me ve çalakiyek hatiye lidarxistin. Di encama teqîna di xeta lûleyan de 2 wesayitên reo bi giştî têk şikiyaye, 4 wesayitên reo jî derbe xwariye. Di encama vê çalakiyê de bi giştî 38 leşker hatiye kuştin 30 leşker jî birîndar bûye.

Herweha ji şeva 17'ê Cotmehê û vir ve li dijî çiyayê Tendurekê bi helîkopterên skokskyan leşker û alavên leşkerî tên veguheztin.”

Hêjayê gotinê ye ku ji ber ziyana mezin a d lûleyê de, Îranê piştî teqînê herikîna gazê rawestand. Ji ber vê jî BOTAŞ ji bo gaza rojekê serî li Gazproma Rûsyayê û xwest ku gaza xwedayi ya 32 milyon bike 48 milyon.