HPG: Birîna daristanan sûcekî mezin e

Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG’ê, diyar kir birîna daristanan sûcekî mezin e û got: "Wek fermandariya eyaletê em ê her cure hewldana bi vî rengî wek qetilkirina xwezaya Kurdistanê bibînin û pêkanîna pêwîst bikin.”

Fermandariya Eyaleta Serhedê ya HPG’ê têkildarî qirkirina xwezayê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Fermandariyê diyar kir ku texrîbatên artêşa Tirk li hember xwezaya Kurdistanê her roj zêdetir dibin û got, “Daristanên ku ji xweşikiyên xwezayê ne, di pêvajoya şer de bi bombardûman û şewaitandinê hatin tinekirin, bi lîstîk û planên di bin navê îhale an jî projeyan dîsa bi heman armancê dixwazin tine bikin. Daristanên me bi vê feraseta qetlîamker tên qutkirin.”

Fermandariya Eyaleta Serhedê, diyar kir ku ji bo tinekirina daristanên fireh ên li navçeya Sarikamiş a Qersê jî plan tên kirin.

Daxuyanî wiha didome:

“Wek fermandariya eyaletê em ê her cure hewldana bi vî rengî wek qetilkirina xwezaya Kurdistanê bibînin û pêkanîna pêwîst bikin. Divê bê zanîn ku kes û saziyên di nav van hewldanan de wê ji vê rewşê berpirsyar bin. Pêwîst e gelê me yê herêmê jî li hember van lîstîkan û hewldanên zerarê didin xwezaya me bi tedbîr bin.

Bi rêz û hurmet em ji gelê me û raya giştî re radigihînin.”