HPG: 4 leşker hatin kuştin

Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê yên li hemberî artêşa Tirk de 4 leşker hatin kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê li se çalakiyên gerîla û encamên şer daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:

"Roja 23'ê Nîsanê, artêşa TC li bejahiya navçeya Amed Licê dest bi operasyonê kir. Li hemberî leşkerên artêşa TC ên hewl didan xwe berdin qada Sîsê ya Licê, hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîn. Piştî şerê saetekê, saet di 10:30 de helîkoptera bi tîpa Kobra û balafirên şer li herêmê dan. Helîkopterên bi tîpa Skorsky jî leşker danîn herêmê û bi vî rengî qada operasyonê berfireh bû. Di şerê li vê operasyonê de 2 leşker hatin kuşti 3 leşker jî birîndar bûn. Hêzên operasyonê nîvê şevê saet di 00:00 de xwe vekişandin. Yekîneyên kontra yên artêşa TC kincên hêzên me yên gerîla li xwe kirin, li herêmê bi cih bûn û amadekariya komployekê kirin. Gelê li hemberî tevgera leşkerî hat herêmê, bû hedefa êrîşa leşkeran.

Roja 24'ê Nîsanê saet di 13:00 de hêzên me yên gerîla li hemberî helîkoptereke bi tîpa Skorsky ya li herêma navbera Amed-Çewlikê digeriya çalakî pêk anîn. Helîkopteran di vê çalakiyê de derb xwar, ji neçarî xwe vekişand.

24'ê Nîsanê saet di 06:00 de hêzên me yên gerîla, li hemberî qereqola Zeytê ya li herêma Rûbarok a li Şemzînanê çalakiyeke sûîqestê lidar xistin û di encamê de leşkerek hat kuştin.

25'ê Nîsanê saet di 05:30 de hêzên me yên gerîla bi çalakiyeke sûîqestê li qereqola Mamreş a li navçeya Şemzînanê dan, di encamê de leşkerek hat kuştin.

16'ê Nîsanê, li hemberî girekî di navbera gundên Kêr û Kaymakam ên li navbera Şirnex û navçeya Sêrt Dihê, hêzên me yên gerîla çalakiyek pêk anîn. Di dema vegerê de hevalekî me, gava hewl dida ji çemê Rîsor derbas bibe li ber avê ket. Hevalê me li vir şehîd ket.

Nasanmeya hevalê me yê şehîd ket, bi vî rengî ye:

Nasnav: Enver Mijînî
Nav paşnav. Refîk Tok
Cihê ji dayikbûnê: Şirnex
Navên dayik û bav: Sarya-Selahattîn
Dem û cihê şehadetê: 16'ê Nîsana 2016 / Şirnex

Roja 16'ê Nîsanê artêşa TC li bejahiya navçeya Qers Qamuşanê kemîn danî û dest bi operasyonê kiribû. Hêzên me yên gerîla li hemberî artêşa TC çalakiyeke bi bandor pêk anî bûn. Di vê çalakiyê de hevrêyê me Şerzan Kertewîn ê bi lehengî şer kir, şehîd ket.

Nasnameya hevalê me yê şehîd ket:

Nasnav: Şerzan Kertewîn
Nav paşnav: Mûrat Talay
Cihê ji dayikbûnê: Agirî
Navên dayik û bav: Hediye-Halîl
Dem û cihê şehadetê: 17'ê Nîsana 2016 / Qers

Roja 18'ê Nîsanê, li herêma Akdag a navçeya Çewlik Dara Hênê artêşa TC dest bi operasyonekê kiribû. Me dabûn xuyakirin, ku di şerê ji ber vê operasyonê de 2 gerîlayên me şehîd ketine. Nasnameyên gerîlayên me yên şehîd ketine bi vî rengî ne:

Nasnav: Kendal Mûş
Nav paşnav: Ridvan Koç
Cihê ji dayikbûnê: Mûş
Navên dayik û bav: Hasîbe-Hasan
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Nîsana 2016 / Çewlik

Nasnav: Zinar Farqîn
Nav paşnav: Mehdî Koyûn
Cihê ji dayikbûnê: Amed
Navên dayik û bav: Selîma-Fîkrî
Dem û cihê şehadetê: 18'ê Nîsana 2016 / Çewlik"

...