HPG: 11 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de herî kêm 11 leşker hatin kuştin.
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Starê de herî kêm 11 leşker hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê, li ser çalakiyên gerîla û êrîşên artêşa Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de ev agahî hatin dayîn:
AMED
"Roja 23'ê Mijdarê saet di 23:00 de, li herêma Şehîd Navdar a navçeya Licê ya Amedê, artêşa TC dest bi operasyonê kir. Roja 24'ê Mijdarê saet di navbera 07:00-08:00 de balafirên şer ên artêşa TC bombe li herêma Sisê barandin û bi helîkopterên bi tîpa Kobra gule li herêmê hate reşandin. Li sê cihên derdora gundên Sisê û Derxustê, di navbera hêzên me û artêşa TC de şer derket. Di vî şerî de 4 leşker hatin kuştin, 3 jî birîndar bûn. Di vê operasyonê de 7 gerîlayên me di şer de şehîd bûn. Operasyon roja 26'ê Mijdarê qediya. Nasnameyên hevalên me yên şehîd bûne wê piştre bi raya giştî re werin parvekirin.
COLEMÊRG
Roja 26'ê Mijdarê saet di 15:00 de li dijî leşkerên li ser girê Koordîne yê li navçeya Çelê, çalakiya sûîqestê hat kirin û di encamê de leşkerek hate kuştin. Roja 27'ê Mijdarê saet di 14:30 de, li dijî leşkerên li girê Koordîne çalakiyek sûîqestê hat kirin û leşkere hat kuştin.
27'ê Mijdarê saet di 13:30 de bi hawanan li leşkerên li girê Koordîne hate xistin. Di encamê de 2 leşker hatin kuştin. Piştî çalakiyê bi helîkoptereke Skorsky leşkerên mirî û birîndar hatin rakirin.
27'ê Mijdarê saet di 16:00 de artêşa TC dema ber bi mintiqeya Kaniya Randevuyê ya Qela Petrûtê ya Çelê ve diçû, li hêzên me rast hat. Di encama çalakiyeke sûîqestê de leşkerek li vir hate kuştin.
26'ê Mijdarê saet di navbera 14:30 - 16:00 de hêzên me bi hawanan li leşkerên li Dola Zeytê ya li Geverê xistin. Di vê çalakiyê de 2 leşker hatin kuştin. 27'ê Mijdarê, hêzên me careke din hawan avêt leşkerên li vê herêmê, lê hejmara leşkerên mirî û birîndar nehat zelalkirin.
27'ê Mijdarê, hêzên me bi çekên giran li leşker û kontrayên li dora wesayîtek li qereqola Zeytê li hev civiya bûn, xistin. Hejmara leşkerên li vir mirin û birîndar bûn, nehat zelalkirin.
ŞIRNEX
Roja 23'ê Mijdarê, artêşa TC li qada Cûdî ya Şirnexê dest bi operasyonekê kir. Heta saet 09:00 ê 24'ê Mijdarê, di navbera hêzên me û artêşa TC de şer derket. Di vî şerî de 4 gerîlayên me şehîd bûn.
QENDÎL
27'ê Mijdarê, balafirên şer ên artêşa Tirk saet di navbera 19:30-22:00 de derdora girê Berdeqaşo, girê Karox û gundê Îlemûn ê li herêma Qendîlê, quntarê Pederxînê û Dola Bedra bombe kirin. Heman rojê saet di 20:00 de jî balafirên şer bombe li mintiqeya Tabûra Ereba ya li herêma Avaşînê barandin."