HPC bi awayekî çalak tevlî 'Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo' dibe
Hêzên Parastina Civakê (HPC) yên gelek bajarên Kantona Cizîrê, ku ji şêniyên 18 heta 70 salî pêk tê, bi awayekî çalak tevlî "Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo" bûn.
Hêzên Parastina Civakê (HPC) yên gelek bajarên Kantona Cizîrê, ku ji şêniyên 18 heta 70 salî pêk tê, bi awayekî çalak tevlî "Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo" bûn.
Hêzên Parastina Civakê (HPC) yên gelek bajarên Kantona Cizîrê, ku ji şêniyên 18 heta 70 salî pêk tê, bi awayekî çalak tevlî "Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo" bûn.
Di roja 40. a "Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo" de, hêzên HPC bi awayekî aktîf cihê xwe di operasyonan de digire.
Jin, ciwan, extiyar bi sedan mirovên ji bajarên Kantona Cizîrê dan xuyakirin ku ew serbilind in li cem YPG/YPJ'ê cih digirin û ji bo parastina xaka xwe ew ê bi her awayî fedekariyê bikin. Yarop Lesas a Ereb a 55 salî ku li nava refên HPC'ê cihê xwe di pêngavê de digire anî ziman ku rizgariya gelên Kurd û Ereb bi mezinkirina YPG'ê dibe û got, "Heta ku ev xak bi temamî ji çeteyên DAIŞ'ê hat paqijkirin, em ê her tim li cem YPG'ê bin."
Dayika 4 zarokan Nazdar Hesen a 46 salî jî diyar kir ku ew hêzê didin şervanên YPJ'ê û bang li hemû jinan kir ku cihê xwe li nava refên berxwedanê bigirin û destketiyên pêngavê biparêzin.
'YPG HÊVIYA AZADIYÊ YA GELAN E'
Ji Kantona Cizîrê, tevî hêzen YPG/YPJ'ê hêzên Asayîşê, Xweparastinê, antî-terorê di "Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo" de cih digirin û li dijî çeteyan derdikevin operasyonê.
Di pêngava ku roja 6'ê Gulanê destpê kir de heta niha bi sedan gund û gundik ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. Ji Çiyayê Kizwanan heta Alya û Til Abyayê, qadeke berfireh ji çeteyan hat paqijkirin.
Ji bo destekkirina YPG/YPJ'ê û parastina vê qada berfireh a ji çeteyan hat paqijkirin, bi sedan welatiyên Kantona Cizîrê, di bin navê yekîneyên parastinê yên HPC re cihê xwe li eniya şer girtin.
Hêzên HPC ku ji hemû beşên civakê pêk tê tînin ziman ku YPG hêviya berxwedan û azadiyê ya gelên Rojava û Rojhilata Navîn e û destnîşan kirin ku girîng e her kes di nav de cih bigire.
NAVÊ XWE JÎ, DÎMENÊ XWE JÎ ARTÊŞEKE GEL E!
Hêzên HPC'ê li eniya şer, ji bilî kinc û rengên leşkerî, bi reng û dîmenên xwe re rewşa artêşa gel nîşan dide. Ji dikandar, cotkar, jin û mirovên ji pîşeyên cuda, HPJ ji her alî ve dîmenê artêşa gel nîşan dide.
Mahmût Misto ku ji derdora malbata wî 12 kes di nava YPG û hêzên xweparastinê de cih digirin anî ziman ku ji bo parastina ax û gelê xwe ew li eniya şer e. Misto ku encamê akademiyê ye, destnîşan kir ku lehengiyên YPG'ê nirxên mezin dane tevahiya mirovahiyê û got, "Gelekî pê serbilind im ku destekê didim YPG'ê û li gel wan şer dikim."
Dayika 4 zarokan Nazdar Hesen a ku hevserê wê li nava asayîşê cih digire, keçeke wê li refên azadiyê ye, keça wê ya din di nava xebatên ciwanan de cih digire got, "YPG asta herî bilind a nirxên me yên manewî ye. Ez jî, ji bo şopandina nirxên manewî yên hatine afirandin, tevlî eniya berxwedanê bûm." Nazdar ku bi kincê xwe yê herêmî kalaşnîkov avêtiye milê xwe, destnîşan kir ku YPJ mîrateya Zîlan û Arînan e ku sem bola azadî û vîna jinê ye.
Yarop Lesas a 55 salî, ku bi eslê xwe Ereb e û 2 kurên wê li nava refên YPG'ê ne, diyar kir ku çete bi êrîşkirina li hemberî nirxên mirovahiyê re dixwazin gelan li hemberî hev bidin şerkirin. Lesas da xuyakirin ku çete nebaşiya herî mezin li Îslamê dike û got, "Çete ji bo fesadiyê li vê derê derxîne, hatine vê xakê. Pêwîste Ereb hemû mil bi mil li cem YPG'ê cih bigirin û li hemberî çeteyan şer bikin. Kî xwe li pêşberî vê xakê berpirsyar dibîne, divê ti carî nehêle çete li ser vê xakê bimîne. Em heta dawiyê li cem YPG'ê ne."