Hovîtiya DAIŞ'ê: 220 Asûrî hatin revandin

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand, ku rêxistina hov DAIŞ'ê di êrîşên li hemberî gundên Asûriyan de 220 Xiristiyanên Asûrî revandiye.

Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ragihand, ku rêxistina hov DAIŞ'ê di êrîşên li hemberî gundên Asûriyan de 220 Xiristiyanên Asûrî revandiye.

Saziyê got, "Di nava sê rojên dawî de li 11 gundan herî kêm 220 Asûrî hatin revandin." Midûrê Tora Mafên Mirovan a Asûrî ya navenda wê li Swêdê ye Ûsame Edward da xuyakirin ku bi qasî 5 hezar kes, ku nêzî hezar malbat in, ji malên xwe reviyane û xwe li Hesekê û Qamişlo girtine.

Bi sedan malbat li Qamişlo li malan hatine bicihkirin. Saziyên alîkariya însanî yên Kurd, derfetên stargeh û xwarinê bi lez û bez dan malbatan.

Berpirsyarê Rêxistina Pêşvebirin û Alîkariya Destpêkê ya Asûrî Jean Tolo li Qamişlo ji AFP'ê re axivî û diyar kir ku wan 200 malbat li bajêr li malan bicih kirine.

Tolo got, "Ez hejmara wan nizanim. Sê roj in tên. Di rewşeke bê hêvî de ne. Her tiştên xwe li dû xwe hiştine."

Li gorî Saziya Çavdêriya Mafên Mirovan, li herêma Til Temir a Rojavayê Kurdistanê 10 gundên Xiristiyan ji aliyê rêxistina hov DAIŞ'ê ve hatiye dagirkirin. Mirovên li van gundan diman neçar man malên xwe biterikînin.

Li gorî Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di pevçûnên li gundên Til Temirê de bi dehan endamên DAIŞ'ê hatin kuştin. Tê gotin ku pevçûnên bi êrîşên DAIŞ'ê yên 22'ê Sibatê re destpê kirin, dewam dikin. Di rojên dawî de gelek gund ji çeteyan hatin paqijkirin.

Beriya pevçûnên di 15'ê Sibata 2011'an de li Sûriyeyê destpê kirin, piraniya wan li herêma Hesekê bi qasî 30 hezar Xiristiyan li vî welatî dijiyan.