Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah û Fermandara YPJ'ê Nesrîn Ebdullah diyar kirin, ku wan di hevdîtina li gel Serokkkomarê Fransayê François Hollande de, mijarên têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ'ê û ji nû ve avakirina Kobanê nirxandine.
Hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Asya Ebdullah, ji Fermandariyên Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Nesrîn Ebdullah û Nûnerê PYD'ê yê Fransayê Dr. Xalid Îsa, bi Serokkomarê Fransayê François Hollande re li Qesra Elysee hevdîtinek pêk anîn.
Hevseroka PYD'ê Ebdullah der barê hevdîtinê de agahî da ANF'ê û destnîşan kir ku serketina Kobanê derfet daye hevdîtinên bi vî rengî.
Ebdullah diyar kir ku ew bi Hollande re li ser pêşeroja Rojava û qewimînên li herêmê axivîne û anî ziman ku bi Kobanê re di dîroka Kurdan de rûpeleke nû vebûye. Ebdullah got, "Serketina me ya li dijî DAIŞ'ê li zemîna navneteweyî firsedan pêşkêşî me dike. Ji aliyê siyasî ve gavên girîng bû. Bi Fransa re ji xwe berê jî têkiliyên me baş bûn."
Ebdullah der barê naveroka hevdîtinê de got, "Bi Hollande re em li ser mijarên; ji nû ve avakirina Kobanê, vekrina korîdorê, pêşeroja kantonên li Rojava û têkoşîna hevpar a li dijî DAIŞ'ê, axivîn. Birêz Hollande em di nava atmosfereke germ de pêşwazî kir û serketina Kobanê pîroz kir. Soza alîkariyê da me." Ebdullah ragihand ku hevdîtinên wan ji bo Şoreşa Rojava girîng in, lê ev yek hînê destpêke.
'HER KES LI SER SERKETINA JINÊN KURD DIAXIVÎN'
Fermandara YPJ'ê Nesrîn Ebdullah jî da xuyakirin ku ew bi eleqeyeke mezin hatine pêşwazîkirin û got, "Li Qesra Serokkomariyê eleqeyeke mezin hebû. Her kes li ser serketina jinên Kurd diaxivîn. Digotin ku ruhê Kobanê li Parîsê ye. Eger serketina Kobanê nebûya, hevdîtinên bi vî rengî nedûn. Pêşwazîkirina hêza leşkerî ya jinên Kurd li vê derê, em kêfxweş kir. Bi awayekî fermî qebûlkirina me, tiştekî girîng e."