Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî da greva birçîbûnê ya ku ji aliyê girtiyên Kurd ên di girtîgehên Tirk ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê û bang li dewleta Tirk kir ku dest ji tundiya li hemberî Kurdan ber de û guhdarî daxwazên gelêKurd bike.
Hizba Zehmetkêşan a Kurdistanê bi daxuyaniyekê piştgirî da greva birçîbûnê ya ku 51 roj li pişt xwe hişt. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku dewleta Tirk bi awayeke hovane bi ser xwepêşandanên demokratîk ên ji bo piştgiriya ji bo grevênbirçîbûnê de çûye.
Di daxuyaniyê de îşaret bi berxwedana giştî ya ku BDP’ê bi armanca piştgiriya ji bo grevên birçîbûnê roja 30’ê cotmehê pêk anî û êrîşên polîsên Tirk ên li hemberî vançalakiyan û got: “Piştî vê îlanê, piştî vê banga BDP’ê gelê Kurd li bajar û navçeyên Kurdistan û Tirkiyê bi armanca piştgirîdayina greva birçîbûnê ya girtiyên siyasî kû daxwaza mafên xwe yên rewa dikin, dest bi çalakiyên birçîbûnê kirin û hemû daketin kolanan û helwesta xwe nîşan dan. Belê mixabin polîsên AKP’ ê bi awayek hovane êrîşî gel kirin û astengî derxistin
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hat gotin; “Em Hizba Zehmetkêşên Kurdistan bi vê bûneyê em pîştgirî didin berxwedan û xebata girtiyên siyasî û gelê Kurdê li Bakûrê Kurdistanê. Em daxwaz dikin ku dewleta Tirkiyeyê li şûna tundiyê, guhdarî daxwazên gelê Kurd bike û li gorî wê çareserî ji bo pirsgirêkên gelê Kurd peyda bike.”