Hilbijartina Serokê Meclîsê destpê kir
Parlamento, ji bo hilbijartina Serokatiya Meclîsê kom bû.
Parlamento, ji bo hilbijartina Serokatiya Meclîsê kom bû.
Parlamento, ji bo hilbijartina Serokatiya Meclîsê kom bû.
Di parlamentoya ku piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê ava bû, hilbijartina du tûrên destpêkê yên Serokatiya Meclîsa nû îro tê kirin. Hilbijartin wê di navbera Parlamenterê HDP’ê yê Mersinê Dengîr Mîr Mehmet Firat, Wezîrê Parastina Milî û Parlamenterê Sêwasê yê AKP’ê Îsmet Yildiz, Parlamenterê CHP’ê yê Antalya Denîz Baykal, Parlamenterê Stenbolê yê MHP’ê Ekmeleddîn Îhsanoglu de be.
Ji bo her du tûrên dengdayînê namzedek bibe serokê meclîsê divê herî kêm 367 deng bistînê. Lê wisa xuya dike ku wê di her du tûrên hilbijartinê de kes neyê hilbijartin. Eger namzedek ji bo serokatiya meclîsê nehat hilbijartin sibê tûra 3'yemîn û 4'emîn a dengdayînê wê bê kirin.