Hezex a 8 ferman lê rabû

Bajarê kevnare yê Suryaniyan Hezex, ku ji aliyê kujerên bijarte yên dewletê ve piştî ragihandina xwerêveberiyê hat dorpêçkirin, dagirkirin, şewitandin û xerakirin, bi berxedanê bersiv da vê fermana heyştemîn.

Bajarê kevnare yê Suryaniyan Hezex, ku ji aliyê kujerên bijarte yên dewletê ve piştî ragihandina xwerêveberiyê hat dorpêçkirin, dagirkirin, şewitandin û xerakirin, bi berxedanê bersiv da vê fermana heyştemîn.

Ev navçeya ku navê wê yê destpêkê Beyd Zabdey, navê duyemîn Hezex e, piştî ragihandina Komarê navê wê weke "Îdîl" hat guhertin. Heta sala 1964'an 7 ferman (komkujî-qirkirin) lê rabûn.

Di navbera salên 1913-1923'an de li dijî komkujiya 'Seyfo' ya li hemberî Suryaniyên li Mîdyat, Şirnex, Hezex û Cizîrê vî bajarî li ber xwe da û herêmeke xweser a serbixwe ava kir. 7 caran hat şewitandin û xerakirin, lê her carê xwe ji nû ve ava kir.

Bi operasyonên dawî yên komkujiyê re di 16'ê Sibatê de cara 8. ferman lê rabû û 44 rojan dewam kir. Hezex niha dîsa hewl dide xwe ji nû ve ava bike û xwedî li nirxên xwe derkeve.

Hezexê, ji komkujiyên beriya niha bi serê wê de hat dizanîbû, ku berdêla xwedîderketina li nirxên xwe yên xwerêveberiyê, wê berxwedan be. Tevî hemû komujiyên hatin kirin jî Hezexî xwedî li nirxên mirovahiyê derketin, li cih û warên xwe yên xwerêveberiyê bi cih bûn û bi derfetên xwe re dest bi karê ji nû ve avakirinê kirin.

Taxên Tûrgût Ozal û Yenî ku cihê herî xurt ê berxwedanê ne, bû qadên herî zêde rastî êrîş, hilweşîn û koçberiyê hatin. Bi rakirina qedexeya derketina derve re vegera li navçeyê destpê kir. Gel hewl dide xaniyên xwe ji nû ve sererast bike û paqijiyê bike.

Mirovên ku xaniyên wan bi temamî xera bûne dibêjin, 'kon bidin me em ê li hewşa xwe vedin, lê em ê navçeya xwe neterikînin' û li benda piştevaniyê ne.

Komeleya Piştgiriya bi Rojava re li navçeyê dest bi belavkirina alîkariya xwarinê kir. Ji bo zerara li navçeye hatiye kirin bên qeydkirin, heyetek ji parêzer û endezyaran re, li navçeyê lêkolînê dikin.

Me hewl da rewşa Hezexiyan bi wêneyan vebêjin...

...