Hêzên YPG/YPJ’ê Taxa Ezîziyê ya Hesekê ji çeteyan paqij kirin

Hêzên YPG/YPJ’ê li hemberî çeteyên ku êrîşî Taxa Ezîziyê dikirin operasyoneke şoreşgerî li dar xistin. Di encama operasyonê de tax bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.

Hêzên YPG/YPJ’ê li hemberî çeteyên ku êrîşî Taxa Ezîziyê dikirin operasyoneke şoreşgerî li dar xistin. Di encama operasyonê de tax bi temamî ji çeteyan hat paqijkirin.

Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Hesekê kirin, hêzên YPG/YPJ’ê Taxa Ezîziyê kiribûn parastinê. Çeteyên DAIŞ’ê îro di saetên sibê de êrîşî taxê kirin. Li hemberî êrîşa çeteyên DAIŞ’ê hêzên YPG/YPJ’ê operasyon dan destpêkirin û tax bi temamî ji çeteyan hat rizgarkirin.

Di dema operasyonê de Dibistana Ridwan Beggarî ya di dema şer û pevçûnên di navbera hêzên rejîmê û çeteyên DAIŞ’ê de ji aliyê Mûganaînên tevlî DAIŞ’ê bûn ve wek biryargeh dihat bikaranîn jî hat azadkirin. Her wiha ev dibistan ji aliyê berpirsyarê Mûganaînan Ehmed Helle ve jî weke biryargeh dihat bikaranîn.