Hêzên YPG/YPJ'ê ketin nava Girê Spî

Hêzen YPG/YPJ'ê ji aliyê rojhilat û başûrrojhilat ve ketin nava bajarê Girê Spî (Til Ebyad). Şervanên YPG/YPJ'ê ku li 2 taxan bi çeteyên DAIŞ’ê re ketine pevçûnan, kîlometreyekê nêzî Deriyê Sînor ê Til-Ebyad-Kaniya Xezalan bûne.

Pêngava dorpêçkirina ku hêzên YPG/YPJ û Bûrkan El-Firat li hemberî çeteyên DAIŞ’ê yên di Til Ebyadê de daye destpêkirin, didome.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANHA’yê ji herêma operasyonê ragihandin, şervanên YPG’ê şevê din piştî ku Çemê Cellab derbas kirin û pireya li ser çem û girê li dora bajêr kontrol kirin, ji aliyê rojhilat û başûr ve ketin nava Girê Spî.

Hat ragihandin ku niha li taxa Meşhur Fokanî ya li rojhilat û li taxa Meşhur Tehtanî ya li başûrrojhilat pevçûn didomin.

Li aliyê din şervanên YPG/YPJ’ê bi qasî kîlometreyekê nêzî Deriyê Sînor ê Til-Ebyad û Kaniya Xezalan bûne û di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de şer didome.