Hêzên YPG’ê li Cizîrê pêşde diçin
Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 35’an de bi serketî berdewam dike.
Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 35’an de bi serketî berdewam dike.
Navenda Çapemeniya YPG’ê destnîşan kir ku di operasyonên kantonên Kobanê û Cizîrê gundek, 3 gundik û girek ji çeteyan hatine paqijkirin.
Navenda Çapemeniya YPG’ê der barê operasyonên li herêmên Kobanê û Cizîrê dom dikin de daxuyaniyek da çapemeniyê. Di daxuyanuyê de der barê operasyona Kantona Cizîrê de ev agahî hatin dayîn:
“Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya bi armanca rizgarkirina gund û bejahiya rojavayê Kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 35’an de bi serketî berdewam dike.
Di çarçoveya merhaleya duyemîn a hemleya me de hêzên me operasyonên xwe yên li rojhilat û bakur rojhilatê bajaroka Suluk şevê din jî berdewam kirin. Hêzên me yên ku qada li nêzî gundê Zîla yê ku roja derbas bûyî hatibû rizgarkirin hedef girtibûn, gundokek ji çeteyan stendin. Dîsa di çarçoveya heman operasyonê de hêzên me gundê Gitar û 3 gundikên giredayî vî gundî jî ji çeteyan paqij kirin.
Duh piştî nîvro çeteyên DAIŞ’ê li hemberî gundên Aliya û Ebdella yên ku 8-9 km dikevin rojhilatê bajaroka Suluk êrîşek li dar xistin. Piştî pevçûnên ku heta êvarê dom kirin, êrîşên çeteyan hatin şikandin û çete neçar man ji qadê birevin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di van pevçûnan de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê qadê tevî 5 termên çeteyan dest danîn ser 4 kelêş, yek bêtel û komputereke çeteyan.”
KOBANÊ
Di berdewama daxuyaniyê de der barê pevçûnên li herêma Kobanê de jî ev agahî hatin dayîn:
“Berxwedana bi armanca ku çeteyên DAIŞ’ê ji Kobanê bi temamî werin paqijkirin tê meşandin, di roja xwe ya 268’emîn de berdewam dike.
Hêzên me duh li başûr rojhilatê Kobanê operasyonek nû li dar xistin. Di encama operasyonê de hêzên me girê stratejîk ê Ebû Sirî ji çeteyan paqij kirin. Hejmara kuştî û birîndarên çeteyan a di vê operasyonê de nehatiye zelalkirin. Hêzên me li vê qadê 3 termên çeteyan bi dest xistin. Pevçûnên di navbera komên çeteyan û hêzên me yên ku pêşveçûna xwe berdewam dikin de li derdora gundê Ebû Sirî berdewam dikin.”