Hêzên YPG’ê gihiştin ber deriyê Til Ebyed!

Hêzên YPG/YPJ’ê 4 gundên din ên Girê Spî ji çeteyan paqij kirin û bi vê yekê ji milê Rojhilat ve gihiştin rêya ketina Girê Spî. şervanên Burkan El-Firat jî ji milê rojavayê Girê Spî nêzîk bûne û pêşveçûna xwe didomînin.

Hêzên YPG/YPJ’ê 4 gundên din ên Girê Spî ji çeteyan paqij kirin û bi vê yekê ji milê Rojhilat ve gihiştin rêya ketina Girê Spî. şervanên Burkan El-Firat jî ji milê rojavayê Girê Spî nêzîk bûne û pêşveçûna xwe didomînin.

Li gorî nûçeya ajansa ANHA’yê şervanên YPG/YPJ’ê di roja 38’an a Pêngava Fermandar Rûbar de ve ji aliyê rojhilatê bajarê Girê Spî pêş ve çûne û gihiştina deriyê ketina bajarê Girê Sîpî (Til Ebyedê). Hat  diyar kirin ku şervanên YPG/YPJ’ê di saetên piştî nîvro  gundên Cindadî, Îdanan, Ebû Gabar û Ên Silûk ên rojhilatê Girê Spî ji çeteyan paqij kirine, bi vê yekê şervanên YPG’ê gihiştin rêya ketina bajaroka Girê Spî.

Odeya Çalakiyên Burkan El-Firat îro di saetên sibê de hemleyeke li rojhilatê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê li dar xist û di encamê de derbeyên giran li çeteyan dan. Odeya Çalakiya a Burkan El-Firat îro di saetên sibê de 6 gundên bi navê Ebû Xerza, Ebû Dihûr, Bedriya, Xirbet Ebûd, Terba û Çoxedar, Gundên Rafa, Sukeriya Niêm, Debeş, Ebû Xeze, Boxa Şerqî, Boxa Xerbî, Humêra Berekat, Humêra Hemo, Filêha, Kesas, Feran û Nihêta ên girêdayî Girê Spî ji çeteyan rizgar kirin. Gundên hatine rizgarkirin 65 kîlometre li rojhilatê Kobanê dikevin. Bi vê yekê jî şervanên Burkan El- Firat di milê rojavayê Girê Spî nêzî bajaroka Girê Spî bûne.Li gorî agahiyan tê gotin ku îhtîmaleke mezin şervanên Burkan El-Firat ji milê rojavayê Girê Spî bigihêjin bajar.