Hêzên YPG’ê Çemê Cellab derbas kirin

Hêzên YPG’ê yên eniya rojhilat di çarçoveya operasyona li dijî çeteyên DAIŞ’ê de Çemê Cellab ê li nêzî Til Ebyadê derbas kirin. Hêzên eniya rojava jî ber bi Til Ebyadê ve diçin û hindik maye ku her du hêz bigihîjin hev.

Li gor ajansa nûçeyan ANHA’yê, hêzên YPG’ê di çarçoveya hemleya dorpêçkirina Til Ebyadê de, ji 2 aliyan ve ji bo rizgarkirina Til Ebyadê operasyonên xwe zêde kirin. Hêzên YPG’ê ji eniya rojhilat saet derdora 20.25’an de, Çemê Cellab ku ji Bakurê Kurdistanê tê û di Til Ebyadê re derbas dibe, borî ne.

Hat ragihandin ku hêzên YPG’ê û Burkan El Firat jî ji aliyê Kobanê ve ber bi rojavayê Til Ebyadê ve pêş ve diçin û hindik maye ku bi hêza rojhilat a ji Serêkaniyê ve hatiye bigihîjin hev.

Hêzên YPG’ê ji duh êvarê heta niha li herêma Til Ebyadê bajaroka Silûk, 43 gund û 20 gundik bi temamî rizgar kirine.