'Hêzên AKP'ê li Geverê diziyê dikin'

Li warê berxwedanê Geverê, hêzên dewleta Tirk li taxên Esentepe û Esenyûrtê avêtin ser malan. Tê gotin, van hêzên dewleta Tirk di serdegirtina malan de zêr û ziberên welatiyan dizîne.

Li warê berxwedanê Geverê, hêzên dewleta Tirk li taxên Esentepe û Esenyûrtê avêtin ser malan. Tê gotin, van hêzên dewleta Tirk di serdegirtina malan de zêr û ziberên welatiyan dizîne.

Li navçeya Colemêrg Geverê, dagirkerî û terora dewleta Tirk di roja 35. de ye. Taxên Esenyûrt û Esentepe, danê sibehê ji aliyê gelek maşînên zirxî ve hatin dorpêçkirin.

Dûre, endamên tîmên taybet ên polîs û leşkerên Tirk (JOH-POH) avêtin ser malan. Hêzên dewleta Tirk ên bi zorê deriyê malan şikandin, deriyên hin malan jî bi teqemeniyê bi hewa xistin. Hat ragihandin, hêzên dewleta Tirk li van malan gelek zêr û ziberên welatiyan dizîne.

Li herêmê, serdegirtin dewam dikin. Li hin deverên ser rêya Îpekê jî tank hatin bicihkirin.