Heyeta parlamentê diçe serdana Şengalê

Heyeta Parlamenta Başûrê Kurdistanê, diçe herêmên ku di Destûra Bingehîn a Iraqê de wek herêmên bi nîqaş tên zanîn, serdana Zumar, Wankê û Şengalê.

Heyeta Parlamenta Başûrê Kurdistanê, diçe herêmên ku di Destûra Bingehîn a Iraqê de wek herêmên bi nîqaş tên zanîn, serdana Zumar, Wankê û Şengalê.  Hemû nûnerên komîsyonên di bin serokatiya Alîkarê Serokê Parlamenta Başûrê Kurdistanê de îro ziyaret destpê kir.

Zumar a ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatiye dagirkirin, wek statuya herêmên bi nîqaş a ziyareta heyeta Parlamentoya Kurdistanê û wek xala 40. ya di Destûra Bingehîn a Iraqê  de jî tê zanîn di mijara referandûm û nifûsê de girîng e. Heyet di çarçoveya serdana xwe de piştî Zumar û Wankê wê derbasî Şengalê bibe. Heyeta parlamenteran di mijara pirsgirêkan de agahî girtin.

Di çarçoveya serdanan de Salar Mahmut daxuyanî da û got: “Ev herêm dikevin xala 140., em wek herêma Kurdistanê li hember van deveran jî  berpirsin.  Em di vê çarçoveyê de serdanan pêk tînin.”

Heyet di çarçoveya ziyareta Şengalê de wê biçe serdana hêzên gerîlayan.