Heyeta NATO ji Amedê ber bi Rihayê ve çû

Heyeta NATO ji Amedê ber bi Rihayê ve çû

Heyeta NATO ku du roje ji bo li Tirkiyeyê sîstema fuzeyên Patriot bicih bike hûrkolînan dike, ji Amedê veqetiyan.

Piştî şerê navxweyî yê li Sûriyeyê li ser daxwaza Tirkiyeyê heyeta ku ji pisporên DYA, Almanya û Hollandayê pêkhatin, piştî hûrkolînên li Meletiyê duh bi balefirên leşkerî hatin Amedê û li 2’mîn Fermandairya Hêza Hewayî ya Textîkî û 7’mîn Fermandariya Kolordu ya Qişleya General Galîp Denîz hûrkolîn pêkanî bûn.

Heyeta ku hûrkolînên xwe xilas kirin, îro sibehê bi balefirekî leşkerî ber bi Rihayê ve çûn. Hate ragihandin ku, heyeta NATO dê li Riha û Edeneyê hûrkolînan bikin û ji bo sîstema parastinê ya fuzeyên Patriot ku dê li kîjan herêmê bên bicih kirin dê biryarê bidin.