Heyeta mafê mirovan derbasî Kobanê bû

Heyeta ji rayedarên ÎHD, TÎHV î FÎDH pêk tê derbasî Kobanê bû.

Heyeta ji rayedarên ÎHD, TÎHV î FÎDH pêk tê derbasî Kobanê bû.

Heyeta ji rayedarên Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Weqfa Mafê Mirovan a Tirkiye (TÎHV) û Federasyona Mafê Mirovan a Navneteweyî (FÎDH) pêk tê, ji bo hevdîtîn û çavdêriyan ji bo biçin Kobanê hatin Pirsûsê. Heyeta di nav de Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan, Alîkarên Serokê Giştî Racî Bîlîcî û Osman Suzen, rêveberê TÎHV Coşkun Ustercî, Serokê Şaxa ÎHD’ê ya Riha Atîlla Yazar, rêveberên ÎHD’ê yên Îzmîr Colemêrgê, û Riha, bi Qeymeqamê Pirsûsê re hevdîtin pêk anîn. Heyet ku paşê derbasî Şaredariya Pirsûsê bû, ji aliyê Parlamenterê Riha yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan hat pêşwazîkirin. Piştî hevdîtineke kurt heyet ji bo derbasî Kobanê bibe ber bi Deriyê Sînor ê Murşîtpinar ket rê.

Endamên heyetê piştî serdanê wê çavdêriyên xwe bi raya giştî re parve bike.