Heyeta Fransî li Amedê di çarçoveya gera xwe de Şaxa ÎHD'ê ya Amedê ziyaret kir û têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê pêk tên agahî girtin.
Heyeta ji parlementer, Senator û şaredariyan pêk tê ya Fransî li Amedê bi gelek sazî û dezgehan re hevdîtin pêk anîn û di çarçoveya hevdîtinên xwe de bi Şaxa ÎHD'ê ya Amedê re hatin cem hev. Di nav heyeta Fransî de Endamê Yekîneya Neteweyî ya Hilbijêr ya Cûmhûriyetcî û Komunîst (ANECR) Senator Mîchel Bîllout, Parlementerê Ewropa yê Eniya Çep û Endamê Koma Çep yê Yekbûyî ya Ewropa Marîe-Chrîstîne Vergîat bi Serokê Şaxa ÎHD'ê ya Amedê Racî Bîlîcî re hevdîtin pêk anî. Endamên Heyetê diyar kirin ku ew pirsgirêka kurd û geşedanên li herêmê di nêz de dişopînin û têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li herêmê pêk tên xwestin agahiya bigirin.
'DI BINPÊKIRINA MAFÊN MIROVAN DE ZÊDEBÛN HEYE'
Serokê Şaxa ÎHD'ê yê Amedê Racî Bîlîcî keyfxweşiya xwe ya ziyaretê anî ziman û diyar kir ku, ji sala 2009'an vir de binpêkirinên mafên mirovan zêde bûn û sedema vê yekê jî polîtîkayên hikûmetê yên di çarçoveya ewlehiyê de ye. Bîlîcî anî ziman ku, pirsgirêkên tên jiyan dibin di bingeha xwe de ji ber pirsgirêka Kurd pêk tên û hêzên ewlehî bi awayekî kesên sivîl bikujin mudaxeleyê li çalakiyên demokratîk û aştiyane dikin. Bîlîcî da zanîn ku hikûmet mudaxeleyê li dad dike û binpêkirinên mafên mirovan li gorî serdema berê gelek zêde bûne.
'LI VÎ WELATÎ GER TU MUXALÎF BÎ TU SÛCDARÎ'
Bîlîcî diyar kir ku, operasyonên siyasî û leşkerî berdewam dikin û mafên mirovan jî her tim tên binpêkirin. Bîlîcî axaftina xwe wiha domand: "Rêxistinên civaka sivîl, partî, jin ciwan û hemû muxalîf bi destê darazê rastî pêkutiyên îxtîdarê tên. Li vî welatî ger tu muxalîf bî tu sûcdarî û tu wê bê girtin. Li ser parêvanên mafê mirovan jî pêkutî tên meşandin. Dema em raporekî derbarê binpêkirinên mafên mirovan de diweşînin ev yek hikûmetê aciz dike. Lewma em wan deşîfre dikin. Lê bedelê çi dibe bila bibe, em dê wan her tim deşîfre bikin."
Bîlîcî di berdewama axaftina xwe de balkişand ser grevên birçîbûnê yên girtiyên ji doza PKK'î û wiha axivî: "Ev 52 roje girtî ji bo daxwazên wan bên qebûlkirin di grevê de ne. Êdî rewşa wan her diçe ber bi xetereyê de. Her diçe ew berbi mirinê ve diçin. Dema me bi Wezîrê Dadê re hevdîtin kir, ji me re got,'Tu tişt ji destê min nayê. Heta serokwezîr ferman nede em nikarin tiştek bikin. Li ser vê yekê em dizanîn ku, êdî li vî welatî dîktatorî heye."