Heyeta DBP û HDP'ê li Efrînê ye

Heyeta DBP û HDP'ê derbasî Efrînê bû û bi rêveberiya kantonê re hevdîtinê kir.

Heyeta DBP û HDP'ê derbasî Efrînê bû û bi rêveberiya kantonê re hevdîtinê kir.

Heyeta ji Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Alîkarê Hevserokên DBP'ê yê Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Huseyîn Yilmaz, rêvebera HDP'ê Fatma Kûrtûlan, Hevşaredara Dergulê Ozlem Kûtlû, Hevşaredara Wan-Sixkê Nezahat Erguneş, ji Deriyê Sînor ê Ezazê derbasî Efrînê bû û bi rayedarên kantonê re hevdîtin kir.

Heyeta derbasî Efrînê bû ji aliyê Alîkarê Serokê Kantona Efrînê Remzî Şêxmûs, Wezîra Rêveberiyên Herêmî Nûrşan Huseyîn, rêvebera TEV-DEM'ê Zelal Cîger, nûnerên Meclîsa Qanûnsaz a Kantona Efrînê ve hat pêşwazîkirin.

Li dû merasîma pêşwazîkirinê, li ser navê heyeta ku derbasî navenda rêveberiya Kantona Xweser a Efrînê bû Hevşaredar Firat Anli daxuyaniyeke kurt da û got, "Ya rast, demeke dirêj e me dixwest Efrînê ziyaret bikin. Ji ber astengiyên deriyê sînor û ji ber ev şeş meh in me berê xwe dan berxwedana Kobanê, ev serdana me hinekî dereng ket."

Anli ragihand ku ji niha û pê ve wê gelek heyet herêmê ziyaret bikin. Dûre li ser navê Rêveberiya Xweser a Kantona Efrînê Wezîra Rêveberiyên Herêmî Nûrcan Huseyîn, Alîkarê Serok Remzî Şêxmûs û Îlham Ehmed ji ber hatina heyetê kêfxweşiya xwe anîn ziman.