Li Başûrê Kurdistanê ji aliyê Federasyona Rêxistinên Sivîl ve biryar hate dayin ku, 8’ê mijdarê li Hewlêrê mîtîngek mezin ji bo piştgiriya grevên birçîbunê yên yên di girtîgehên Tirk ên li Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê hatine destpêkirin, bê lidarxistin.
Piştî civîna duh ya ku ji aliyê Federasyona Rexistinên Sivîl ên Civakî ve hat pêkanîn û li gel partiyên weke PDK, YNK, Goran, Hizba Zehmetkêşana Kurdistanê û nunerên gelek partiyên din amade bûn. Piştî civînê encamname hate aşkerekirin.
Di encamnameya civîna bi beşdariya nunerên hemû partî û saziyên civakî yên sivîl û siyasî pêk hat hat dayîn ku li Hewlêrê mitîngek mezin ji bo piştgiriya girtiyên siyasî yên Kurd ku li zindanên Tirk dest bi çalakiya birçîbûnê kirine, were lidarxistin.
Li gorî vê dê roja Pêncşemê di 8’ê mijdara 2012’an de li Hewlêrê Parka Şanedar bi armanca piştgirîdayîna girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê ku di girtîgehên Tirk de dest bi greva birçîbunê kirîn, mitîngek were lidarxistin.
Her wiha di civînê de hat gotin, dê beyannameyekê radestê Neteweyên Yekbûyî, Serokatiya Herêmê, Serokatiya Parlamentoya Kurdistanê û Konsolosa Tirk were kirin. Li gorî vê Federasyona Rexistinên Sivîl bang li hemû welatiyên Hewlêrê kir da ku tevlî vê mitîngê bibin.