Hevserokên DBP'ê yên Amedê binçavkirî ne, lêgerîn didome
Di operasyona li Amedê ya li dijî DBP'ê de, heta niha Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîşmek û Hevserokên navçeya Peyasê hatine binçavkirin. Lêgerînên li avahiyên DBP'ê hînê dewam dikin.
Di operasyona li Amedê ya li dijî DBP'ê de, heta niha Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîşmek û Hevserokên navçeya Peyasê hatine binçavkirin. Lêgerînên li avahiyên DBP'ê hînê dewam dikin.
Polîsên Tirk danê vê sibehê avêtin ser avahiya Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) a Amedê, avahiya navçeya Peyasê û malên rêveberên partiyê. Polîsên Tirk ên hatin avahiya DBP'ê ya Bajarê Amedê ya li navçeya Rezanê ye, ketin hundir û dest bi lêgerînê kirin. Serdegirtin ji aliyê gelek polîsan ve hat kirin. Her wiha ji bo dest li xwepêşandaneke gengaz a protestoyî werdin, di dma serdegirtinê de TOMA û maşînên zirxî jî li ber avahiya partiyê hatin bicihkirin.
Yek ji cihên polîsên Tirk avêtin ser, avahiya DBP'ê ya navçeya Peyasê bû. Ji ber ku kes di hundirê avahiyê de nebû, polîsên Tirk derî şikandin û ketin hundir. Polîsan dest danîn ser hemû kovar, rojname, wêne û gelek eşyayên li hundirê avahiyê. Hevserokên DBP'ê yên navçeya Peyasê Mûstafa Ûygûner û Sevîm Adsoy, piştî ku bi serdegirtinê hesiyan hatin avahiyê, lê ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin.
Hat hîbûn, Ûygûner û Adsoy bêyî biryareke nivîskî ya dozgeriyê, bi 'biryara devkî ya dozgeriyê' hatine binçavkirin. Ûygûner û Adsoy birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Amedê. Piştî vê binçavkirinê, polîsan lêgerîna li avahiyê qedandin û ji avahiya partiyê derketin.
AVÊT SER MALÊN HEVSEROKAN
Tevî avahiyên partiyê, polîsên Tirk avêtin ser malên rêveberiyên partiyê û li wan deran lêgerîn kirin. Hevserokê DBP'ê yê Bajarê Amedê Alî Şîmşek di serdegirtinê de ji mala xwe hat binçavkirin. Polîsan avêtin ser mala Hevserokê berê yê navçeya Peyasê Ramazan Şîmşek û hat hînbûn ku ji ber Şîmşek ne li mala xwe bû, nehatiye binçavkirin.
Lêgerîna li avahiya DBP'ê ya Bajarê Amedê danê sibehê destpê kir, ev çend saet in hînê dewam dike. Tê gotin li hemû qatên avahiyê lêgerîn hatiye kirin û kompûter, CD, Hard dîsk yek bi yek hatine lêkolînkirin.
EV OPERASYON PARÇEYEK JI ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ GELÊ KURD E
Parlamentera HDP'ê ya Amedê Sîbel Yîgîtalp bi komek ji endamên partiyê hati ber avahiya partiyê. Yîgîtalp li vê derê daxuyaniyeke kurt da.
Yîgîtalp operasyonên 'KCK' ên di 14'ê Nîsana 2009'an de destpê kirin bibîr xist û anî ziman, îro jî bi pêkanîneke bi heman rengî siyasetmedar tên binçavkirin. Yîgîtalp got, "Xuya ye operasyonên qirkirina siyasî wê dewam bikin. Ev operasyon parçeyek ji êrîşên li hemberî gelê Kurd e. Jİ bo ev operasyon mezin nebin, divê her kes li cihê lê ye dengê xwe derxîne. Bi van operasyon û polîtîkayên çavtirsandinê ve wê nikaribin gelê Kurd bişikînin."