Hevserokê KHM Akyureklî ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin
Parêzar Hevserokê Şaxê KHM’ê yê Amedê Emrûllah Ergîn Akyureklî yê ku ji ber qirîza dil jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Parêzar Hevserokê Şaxê KHM’ê yê Amedê Emrûllah Ergîn Akyureklî yê ku ji ber qirîza dil jiyana xwe ji dest da, ber bi rêwîtiya dawî ve hate oxirkirin.
Parêzar Hevserokê Şaxê Komeleya Hiqûqnasên Mezopotamya ya Amedê (KHM) Emrûllah Ergîn Akyureklî yê ku ji ber qirîza dil jiyana xwe ji dest da, hat definkirin. Piştî karûbarên otopsiyê, ji bo wecîbeyên olî cenaze anîn Mizgefta Mardînkapiyê. Piştî nimêjê, cenazeyê Akyureklî bi konvoyeke wesayîtan anîn Goristanan Mardînkapiyê. Di merasîma ku Hevserokên KCD, parlamenterên HDP’ê,hevşaredar û gelek hiqûqnas û welatî jî amadebûn de bi duayan hate definkirin.
Piştî definkirinê, girseyê berê xwe da konê sersaxiyê yê li Mala Sersaxiyê ya Ehmedê Xanê.