Hevserokê DBP’ê Arslan çû serdana malbatên berxwedêran
Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan, çû sedana malbata berxwedêrê greva birçîbûnê Ferhat Turgay ê ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye û îro çalakiya xwe veguherandî rojiya mirinê.
Hevserokê DBP’ê Mehmet Arslan, çû sedana malbata berxwedêrê greva birçîbûnê Ferhat Turgay ê ji 1’ê Adarê ve li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye û îro çalakiya xwe veguherandî rojiya mirinê.
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Mehmet Arslan, çû serdana malbata berxwedêrê greva birçîbûnê Ferhat Turgah ê di Girtîgeha Tîpa D ya Amedê de tê ragirtin û îro çalakiya xwe veguherandî rojiya mirinê.
'HETA DAWÎ EM BI WAN RE NE'
Arslan, diyar kir ku heta dawî bi malbatê re ne û wiha pêde çû, “Niha di girtîgehan de greva birçîbûnê û rojiya mirinê heye. Malbatên berxwedêran malbatên me ne. Em ê heta dawî li ba malbatên xwe bin û em ê teqez bi ser bikevin."
Malbata Turgay a ku îro çûyî hevdîtinê diyar kir ku Ferhat bi wan re wêne kişandine û silav li her kesî kirine.
Arslan, piştî malbata Turgay çû sedana gelek berxwedêran.