Hevseroka DBP’a Amedê Îpek hate girtin
Ji 8 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna têkîldarî pîrozbahiya Newroza Amedê hatin binçavkirin, Seroka Komîteya Amedakar a Newrozê û Hevseroka DBP’a Amedê Hafîze Îpek hat girtin.

Ji 8 kesên ku di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Amedê ya têkîldarî pîrozbahiya Newroza Amedê hatin binçavkirin, Seroka Komîteya Amedakar a Newrozê û Hevseroka DBP’a Amedê Hafîze Îpek bi îdîayên “endamtiya rêxistinê” û “propagandayê rêxistinê kirinê” hat girtin.
Hevseroka DBP’ê ya Bajar Hafîze Îpek ku bi Endamê Dîwana Serokatiyê ya KCD’ê Seydî Firat, Endamê Odeya Bazirganiyê ya Amedê Husnu Pervane, Parêzer Mahmût Çîftçî, Serokê Şaxa Amedê ya SES’ê Ramazan Kaval, Abdûlganî Alakan, Pêşkêşvan Ayşe Çelîkbîlek û teknîsyenê deng ê şîrketa organîzasyonê Volkan Orhan Gunduz re hatibû binçavkirin, piştî lêpirsîna li dozgeriyê li Dadgeha Nobedar a bi daxwaza girtinê hatibû sewqkirin hate girtin. 7 kesên din hatin berdan.
Îpek a hate girtin şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Amedê.