Hevşaredarên Kobanê guherîn
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Kobanê hevserokên nû yên Şaredariya Gel a bajarê Kobanê erkdar kir.
Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan a Kantona Kobanê hevserokên nû yên Şaredariya Gel a bajarê Kobanê erkdar kir.
Piştî ku herdu hevserokên berê yê Şaredariya Gel a bajarê Kobanê Îbrahîm Xelîl û Şevîn Mehmûd istîfaya xwe pêşkêşî Desteya Rêveberiyên Herêmî û Şaredariyan kirin û istîfaya wan hat qebûlkirin, îro Meclîsa Rêveber a herêma Kobanê civînek lidar xist û hevserokên nû yên şaredariyê diyar kir.
Di civînê de serokên desteyên Meclîsa Rêveber û nûnerên komîteyên Şaredariya Gel amade bûn.
Piştî rêzgirtinê, Serokê Meclîsa Rêveber a Herêma Kobanê Enwer Muslim axivî û spasiya hevserokên berê yên şaredariyê kir. Paşê cîgira Muslim, Bêrîvan Hesen axivî û da xuyakirin, ku heta avakirina Meclîsa Şaredariya Gel a herêmê û hilbijartina hervserokên wê, ew ê bi awakî demkî hevserokên nû yên şaredariyê diyar bikin.
Di civînê de Zehra Berkel û Moro Hisên weke Hevserokên Şaredariya Gel a bajarê Kobanê hatin erkdarkirin. Piştî civînê her du hevserokan berê xwe dan Şaredariya Gel, li wir erka xwe wergirtin û sonda pêkanîna hemû xebatên ji wan tên xwestin xwarin.