Hevşaredarên Bedlîsê Olan û Dagkiran hatin girtin
Hevşaredarên Bedlîsê Huseyîn Olan û Nevîn Daşdemîr Dagkirin û Hevşaredarê Norşînê M. Emîn Ozkan hatin girtin.
Hevşaredarên Bedlîsê Huseyîn Olan û Nevîn Daşdemîr Dagkirin û Hevşaredarê Norşînê M. Emîn Ozkan hatin girtin.
Hevşaredarên Bedlîsê Huseyîn Olan û Nevîn Daşdemîr Dagkirin ên ku di serdegirtina Şaredariya Bedlîsê û malan de duh hatibûn binçavkirin, piştî karûbarên li emniyetê derbasî edliyeyê hatin kirin. Hevşaredarên ku li dozgeriyê îfade dan, bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Olan û Dagkirina bi îdîaya “endamê rêxistinê ne” hatin girtin.
Hevşaredarê Navçeya Norşînê ya Bedlîsê M. Emîn Ozkan ê ku 18’ê Mijdarê hatibû binçavkirin, Hevseroka HDP’ê ya Bajarê Bedlîsê Nazmiye Avras û rêveberê bajêr Hamza Ozkan jî li dadgehê hatin girtin.