Hevşaredara Qoserê Leyla Salman hat girtin
Hevşaredara Qoserê Leyla Salman, Endama Meclîsa Şaredariya Kerboranê Yuksel Oguz û ajokarê wan Lokman Aydemîr ku duh li Midyatê hatin binçavkirin hatin girtin.

Duh serê sibehê li Midyatê Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sipçik, Hevşaredara Qoserê Leyla Salman, Endama Meclisa Şaredariya Kerboranê Yuksel Oguz û ajokar Yuksel Lokman Aydemîr hatibûn binçavkirin. Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sipçik duh hate girtin. Îro jî Selman, Oguz û Aydemîr sewqî dozgeriyê hatin kirin. Dozger jî bi daxwaza girtinê sewqî dadgeriyê kirin. Heyeta dadgehê jî Selman, Oguz û Aydemir, bi îdîaya "Sûc veraştiye" der barê wan de biryara girtinê da û şandin Girtîgeha Tipa E ya Mêrdînê.