Hevşaredara Kerboranê Sîpçîk hate girtin

Hevşaredarê Kerboranê Zeynep Sîpçîk a li nuqteya kontrola ya di têketina Midyadê de hate binçavkirin, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin.

Hevşaredarê Kerboranê Zeynep Sîpçîk a li nuqteya kontrola ya di têketina Midyadê de hate binçavkirin, bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” hate girtin. Hevşaredara Qoserê Leyla Salman û Endamê Meclîsa Şaredariya Kerboranê Yuksel Oguz ên bi Sîpçîk re hatin binçavkirin jî wê sibehê bi îdîaya “piştkiriya sûcdar kirinê” sewqî edliyeyê bên kirin.

Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk, Hevşaredara Qoserê Leyla Salman û Endamê Meclîsa Şaredariya Kerboranê Yuksel Oguz ên danê sibehê ji ser navçeya Midyad a Mêrdînê bi wesayîtê diçûn Kerboranê piştî hatin binçavkirin, Salman û Ogûz li TEM’ê dan rawestandin, Sîpçîk jî sewqî edliyeyê kirin. Sîpçîk a anîn Edliyeya Midyadê ji aliyê dozger bi îdîaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî dadgeha nobedar hat kirin. Piştî îfadeya li dadgehê jî Sîpçîk di çarçoveya îdîayên dozger hate girtin û şandin Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa E ya Mêrdînê.

Salman û Ogûz ên bi îdîaya “Piştgiriya sûcdar kirinê” hatine binçavkirin jî wê sibehê sewqî edliyeyê bên kirin.