Hevşaredara Erxeniyê hat binçavkirin
Hevşaredara Erxeniyê Aygun Taşkin, dema ji bo dayîna îfadeyê çû qereqolê hat binçavkirin.
Hevşaredara Erxeniyê Aygun Taşkin, dema ji bo dayîna îfadeyê çû qereqolê hat binçavkirin.
Li navçeya Amed Erxeniyê, di serdegirtinên danê vê sibehê yên li malan de 6 kes hatin binçavkirin. Hevşaredara Erxeniyê Aygun Taşkin jî, ku ji bo îfadedayînê çû Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê hat binçavkirin.
Di serdegirtina danê sibehê de Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Şehmûs Dokû û endamê Meclîsa Şaredariyê yê DBP'yî Hasîp Demîrtekîn jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin.