Hevşaredar hatin binçavkirin, 7 kes hatin girtin

AKP û Qesra ku nikare berxwedana gelê Kurd bişikîne, operasyonên xwe yên siyasî didomîne. Li Êlih, Mêrdîn û Şirnexê 7 kes hatin girtin, 6 kes jî hatin binçavkirin.

Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, Hevşaredar jî di nav de 6 kes hatin binçavkirin, 7 kes jî hatin girtin.

AKP û Qesra ku nikare berxwedana gelê Kurd bişikîne, operasyonên xwe yên siyasî didomîne. Li Êlih, Mêrdîn û Şirnexê 7 kes hatin girtin, 6 kes jî hatin binçavkirin.

ÊLIH

Li gundê Tilhesenê yê Kercewsa Elihê du roj berê di serdegirtina malan Hevserokê HDP'ê yê Kercewsê Edîp Aslan, endamê MEclîsa Giştî yê DBP'ê yê Êlihê Şukru Aslan, keyayê gund Abdûrrahman Aslan û welatiyên bi navê Kadrî Aslan, Huseyîn Aslan, Ekrem Aslan û Şîrîn Çîftçî ên hatin binçavkirin, piştî ragirtina li Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê ew sewqî dadgehê kirin. Her 7 kes ji aliyê dozgeriyê ve bi îdîaya "Alîkariya rêxistinê kirin e" radestî Dadgeha Cezayê Sulhê ya Kercewsê hatin kirin kirin û bi heman îdîayê hatin girtin.

Serokatiya Fermandariya Giştî ya Artêşa Tirk duh daxuyaniyek weşandibû û her 7 kes hedef nîşan dabû. Bi daxuyanî û hedefgirtinê re Hevserokê HDP'ê yê Kercewsê Edîp Aslan jî di nav de 7 welatî ji aliyê heyeta dadgehê ve hatin girtin.

MÊRDÎN

Li Mêrdînê jî, Hevşaredara Qoserê Leyla Salma, Hevşaredara Kerboranê Zeynep Sîpçîk û Endama Meclîsa Kerboranê Yuksel Ogûz ên danê sibehê ji Mêrdînê di ser navçeya Mîdyatê re bi wesayîtê diçûn Kerboranê hatin binçavkirin. Her sê siyasetmedarên Kurd, li benda kontrolê ya li pêşiya Mîdyatê hatin binçavkirin.

ŞIRNEX

Bi dorpêça hêzên dewletê ya li hemberî Şirnexê re danê sibehê leşkeran li gundê Îkîzceyê bi ser malan de girtin. Di encama serdegirtinan de welatiyên bi navê Emîn, Îsmaîl û Tahîr Gunden hatin binçavkirin. Her sê kesên hatin binçavkirin şandin Qereqola Jendermeyan ya gundê Îkîzceyê.