Hevpeyvînek çêkir, 8 sal û 9 meh ceza girt!

Hevpeyvînek çêkir, 8 sal û 9 meh ceza girt!

Rojnameger Murat Çîftçî ku ji doza KCK'ê ya Rihayê ji ber nûçeya der barê Gulistan Encu çêkiribû dihat darizandin rastî ceza hat. Dîwana dadgeha Tirk li Murat Çiftçî 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî.

Rûniştina biryarê ya der barê nûçegîhanê ajansa yê DÎHA yê Rihayê Murat Çiftçî ku ji doza KCK'ê ya Rihayê dihat darizandin, li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Di rûniştinê de Çiftçî û Halîl Dûrdû amade nebûn. Parêzerê Çîftî Serdar Çelebî amade bû. Heyeta dadgehê der barê Çîftçî ku bi Gulîstan Encu re hevpeyvîn çêkiriye û bi îdîaya "Bi zanebûn û xwestin alîkari daye rêxistinê" cezayê 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî. Heyetê der barê Halît Dûrdû jî 8 sal û 9 meh cezayê girtîgehê birî. Parêzerê Çiftçî, biryara dadgehê rexne kir û anî ziman ku biryara hatiye dayîn li dijî hiqûqê û mafên mirovan e.

Di îdîanameyê de hatibû îdîakirin ku ji ber pêkûtiyên rêxistin û BDP'ê Encu û hevserê wê yê bi mehra melle zewicîne Omer Înal ji axivîne. Tevî ku Murat Çîftçî peymana wî bi ajansa DÎHA'yê re heye û nûçegihaniya DÎHA’yê dike jî di îdîanameyê de wekî nûçegihanê ANF’ê hatibû destnîşankirin.

Dîsa di îdîanameyê de tê îdîakirin ku bersûcê doza KCK'ya Rihayê Halît Durdu û Çîftçî gef li Encu û Înal xwarine ku ew di hevpeyvîna xwe de bibêjin polîsan bi zorê îfade ji wan girtine û wiha hat gotin: "Çîftçî û Durdu pêşî di navbera xwe de axivîne piştre jî ji Encu û Înal re gotine ku hûnê bibêjin bi zora polîsan wan der heqê doz KCK'ê ya Rihayê de îfade dane. Li ser vê yekê kamera vekirine û tiştên ku Çîftçî û Durdu ji Encu re gotine, Encu li ber kamerayê dubare kiriye."