Hêviyên kêmkirina hilberîna petrolê ma civîna OPEC’ê
Ji ber sedema kêmbûna bihayê petrolê ya van 2 salan welatên hilberîn ji hêla aborî ve dixisirin, di 30’ê Mijdarê de, di civîna OPEC’ê de tê hêvîkirin ku biha herin hildan.
Ji ber sedema kêmbûna bihayê petrolê ya van 2 salan welatên hilberîn ji hêla aborî ve dixisirin, di 30’ê Mijdarê de, di civîna OPEC’ê de tê hêvîkirin ku biha herin hildan.
Bihayên petrolê ku duh di navbera 47-48 dolaran de bû, ji bo ku bihayê wê were hildan divê hilberandin were kêmkirin.
Beriya civîna Çarşemê ya Rêxistina Welatên ku Petrolê Îxrac Dikin (OPEC) ku wê li Viyanayê were kirin, welatên bi pêşengiya Erebîstana Siûdî dixwazin hilberîn bi hindikayî sedî 2 kêm bibe. Her çendî welatên OPEC’ê ji Rûsyayê ku ne endamê vê yekîtiyê ye xwestibin jî, Rûsyayê diyar kiribû ku ew ê asta dawî ya hilberînê biparêzin.
Îran a ku endamê OPEC’ê ye û ji par ve bi rabûna pêkirinên navnetewî ketî nav piyaseya petrolê, hewl dide ku hilberîna petrolê zêde bike û ev jî dijwar dike ku biha werin bilindkirin.