Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate astengkirin

Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hate astengkirin

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo bi muwekîlê xwe Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgerê Komarê yê Bursayê dan. Lê rayedarên dewletê bi hinceta "keştî xerabe ye" dîsa serlêdana parêzeran red kir.

Parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Rezan Sarica, Cengîz Yurekli û Mazlum Dinç, ji bo bi muwekilê xwe Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtina asayî ya heftane pêk bînin serî li Dozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Lê serledana parêzeran bi hinceta "keştî xerabe ye" hat redkirin. Ji ber serlêdana parêzeran hat redkirin parêzer dê sibê neçin Îmraliyê bi Ocalan re hevdîtinê pêk nînin. Serlêdana parêzeran a hefteya borî jî dîsa bi hinceta "kêştî xirab" hatibû astengkirin.

Parêzerên Ocalan herî dawî di 27'ê Tîrmeha 2011'an de 615 roj berê çûbûn îmraliyê û hevdîtin pêk anîbûn. Serlêdanên parêzeran her tim bi heman hincetên tên astegenkirin.