Heta serê sibehê bombe li Geverê hatin barandin

Bejahiya gundên Alekanan û Kadyan û herêma Orşe yên Geverê, duh tevahiya şevê ji aliyê helîkopterên bi tîpa Kobra ve bi giranî hatin bombekirin.

Li navçeya Colemêrg Geverê, ku dagirkerî û êrîşên dewleta Tirk di roja 20. de ye, bejahiya gundên Alekanan, Qadyan û herêma Orşe yên li başûrrojavayê Geverê ne, duh bi şev hatin bombekirin. Gelek helîkopterên bi tîpa Kobra yên ji Fermandariya Tumenê ya Navçeyê rabûn, bejahiya van gundan bi saetan bombe kirin.

Girên li bejahiya gundên Elver û Peylan ên li rojhilatê navçeyê jî bi maşînên zirxî û tankan hatin bombekirin.

Tevgera helîkopteran û bomberdûmanê heta ber destê sibehê dewam kirin.