BI DÎMEN

'Heta hevdîtin bi Ocalan re bê kirin em ê li ber xwe bidin'

Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Dîlek Ocalan, Parlamentera HDP'ê ya Colemêrg Selma Irmak û Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, ku tevlî greva birçîbûnê bûne, ji ANF'ê re peyivîn.

Çalakiya bêdem û bêdorveger a ji bo Ocalan hatiye destpêkirin, dewam dike. Parlamenterên HDP'ê yên tevlî grevê bûne gotin, heta hevdîtin bi Ocalan re bê kirin ew ê çalakiya xwe bidomînin.

DÎLEK OCALAN: EGER EV GEL TIŞTEKÎ BIXWAZE, WÊ BI DEST BIXE

Dîlek Ocalan da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê fikarên wan ên li ser jiyana Ocalan zêde bûne û got, "Di dema xwe ya herî xurt de em vê çalakiya xurt lidar dixin. Xwedîderketina gelê me li vê çalakiyê, moralê dide me."

Dîlek Ocalan diyar kir, divê rêveçûna Tirkiyeyê tavilê were guhertin û işaret bi girîngiya pêkhatina hevdîtina li Îmraliyê kir. Dîlek Ocalan got, "Eger li Îmraliyê hevdîtin neyê kirin, wê li Tirkyeyê hîn bêhtir zerarê bibîne" û ji bo ev nirxandin kir: "Gelê Kurd ji bo aştî û çareseriyê gelek caran bang kir. Lê belê ev yek ji aliyê nêrîna şexsekî ve hat redkirin. Pêwîste ev yek bê destnîşankirin; eger ev gel tiştekî bixwaze, wê bi dest bixe. Em ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin."

IRMAK: REWŞA TENDURISTIYÊ YA OCALAN JI BO GELEK TIŞTAN GIRÎNG E

Selma Irmak jî bal kişand ser fikara bi mîlyonan mirovî ya li ser ewlekarî û tenduristiya Ocalan û bang li hikûmetê kir: "Birêz Ocalan lîderek e, ku bi mîlyonan mirovî temsîl dike. Bêguman tenduristî, mercên ragirtinê û ewlekariya Birêz Ocalan ji bo gelek tiştan girîng e. Hikûmet hewl dide bi mezinkirina aloziyê, polîtîkayê bimeşîne. Em dibînin, ku daxwaza gel a ji bo agahîgirtina ji Ocalan zêde dibe û weke dengê vî gelî me biryar dan vê çalakiyê pêk bînin."

Irmak têkildarî daxuyaniya Wezîrê Edaletê Bekîr Bozdag a li ser rewşa Ocalan got, ev daxuyanî ji bo wan têrker nîne û bê qîmet e. Irmak diyar kir, eger hikûmet vê gavê heyetekê bişîne Girava Îmraliyê ew ê çalakiya xwe biqedînin, naxwe ew ê heta dawiyê çalakiyê bidomînin. Irmak got, "Ev demeke dirêj e li vî welatî alozî heye. Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve çend mirov hatin qetilkirin, çend bajar bi erdê re bûn yek. Dewlet niha tarûmar bûye; ne artêşa xwe ma ye, ne jî Meclîs. Em di demekê de ne ku berê xwe li rejîma dîkta ye. Pêwîste em bipirsin; gelo em çima ketin vê rewşê û kê me ber bi vî alî ve anî."

ENCU: EM Ê HETA DAWIYÊ LI BER XWE BIDIN

Ferhat Encu jî anî ziman, ku wan gelek caran ji dewleta Tirk re ragihandin e ew têkildarî tenduristiya Ocalan bi fikar in, lê bersiveke têrker ji wan re nehatiye dayîn. Encu diyar kir, dewlet wan mijûl dike û destnîşan kir, ku heta heyetek siyasî bi Ocalan re hevdîtinê neke, ew ê bersiva xwe negirin. Encu da xuyakirin, ku ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin û got, "Heta ku çalakiya me bi ser bikeve, em ê bidomînin. Çalakiya me meşrû ye û daxwazeke hiqûqî dike. Pêwîste ev daxwaz bi cih were anîn. Girîng e zext li hikûmeta AKP'ê were kirin û gelê me jî tevlî vê çalakiyê bibe û têkoşînê mezin bike."