‘Heta gav neyê avêtin, nabe li ser bêçekbûyînê were axivîn'
Tekîn diyar kir ku hikûmeta AKP’ê di seranserê pêvajoya çareseriyê de rondikên dayikên Kurd nedaye sekinandin û got: “Hikûmeta AKP’ê beyî hincet divê 10 xalên Rêber Apo daniye holê bike jiyanê.”
Sedat Sûr
Mêrdîn
çarşem, 11 adarê 2015, 09:40
Hevşaredara Stewrê ya BDP’ê Gurbet Tekîn got: “Hikûmeta AKP’ê di pêvajoya çareseriyê de rondikên dayikên Kurd nedaye sekinandin. Hikûmeta AKP’ê divê demildest 10 xalên Rêber Apo daniye holê bike jiyanê.
Hevşaredara Stewrê Gurbet Tekîn ku kurekî wê li nav refên gerîlayan jiyana xwe ji dest daye û keç û kurekî wê hê di nav refên HPG’ê de ne, diyar kir ku ew wek dayik û siyasetmedarekê di vê pêngava muzakereyê de dixwaze hikûmet demildest gavê bavêje.
Tekîn anî ziman ku piştî daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a di Newroza 2013’an gerîlayan tişta ketiye ser milê wan kirine, derketine derveyî sînor û got: “Gelê Kurd û gerîla li gorî ruhê pêvajoyê tevgeriyan. Dewleta Tirk di vê pêvajoyê de çêkirina bendav û qereqolan zêde kir, cerdevanî zêde kir. Di vê pêvajoyê de dîsa bi dehan zarok û ciwan ji aliyê AKP’ê ve hatin qetilkirin.
DIVÊ XAL DEMILDEST BIKEVIN JIYANÊ
Tekîn got ku daxuyaniya ku ji aliyê heyeta HDP û hikûmetê ve di 28’ê Sibatê de hatiye dayîn gelek girîng e û anî ziman ku ew wek dayikeke ku di vî şerî de zarokên xwe winda kiriye dixwaze pêvajo bi aştiyê encam bibe û got: “Ji bo aştiyê jî 10 xalên ku Rêber Apo daniye holê gelek girîng e. Divê ev xal demildest bikevin jiyanê.”
NÎQAŞKIRINA BÊÇEKBÛNÊ NE RASTE
Tekîn wiha dirêjî da axaftina xwe: “Daxwazkirina beriya ev xal bikevin jiyanê dest ji çekan berdan, tê wateya ku AKP li pey dengan e. Li vî welatê ku ger ev 10 xal bikevin jiyanê ji xwe hewcedarî bi çekan tine. Ji ber vê jî heta ev xalên di pêşnûmeyê de hatine destnîşan kirin nekevin jiyanê, têkoşîna çekdarî ya ji derve hiştin ne rast e.
AKP’Ê RONDIKÊN DAYIKAN NESEKINAND
Tekîn got ku hikûmeta AKP’ê hê gav navêtiye û di vê mijarê de hikûmetê ti amadekarî jî nekiriye.Tekîn got: “Divê êdî AKP dest ji vê durûtiyê berde. Divê demildest gavan bavêje. Di tevahiya pêvajoya çareseriyê de rondikên dayikan berdewam kirin. AKP divê vê pêvajoyê neke qurbana hilbijartinan.
DIVÊ RÊBER APO BI GERÎLAYAN RE HEVDÎTINÊ BIKE
Tekîn axaftina xwe de li ser girîngiya pêkanîna hevdîtina Rêberê Gelê Kurd û gerîlayan sekinî û got: “Rêber Apo ev pêvajo heta îro aniye. Ji vir şûn ve divê bi gerîlayan re hevdîtinên wî pêk bên. Ji bo pêşveçûna bi tendurist a pêvajoyê ev girîng e.
AKP li şûna kugavan bavêje, qanûnên komkujiyê derdixe. Dibêjin ev ji bo elwehiya we ye. Pirsgirêka me ya ewlehiyê tine. Em dikarin xwe biparêzin. AKP divê demildest dest ji vê qanûnê berde.”
JI BO DAYIKÊN TIRK BANG
Tekîn bi lêv kir ku dayikên Kurd di her axaftin xwe de banga aştiyê dikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ligel êşa wan a mezin ji bilî aştiyê tiştekî din naxwazin.Ez bang li dayikên Tirk jî dikim. Hûn jî bi me re têbikoşin. Min kurê xwe di vî şerî de winda kir. Keç û kurekî min hê di nav refên gerîlayan de ne. Kurê min ê din di girtîgehê de ye. Ez wek dayikekê we dawetî têkoşînê dikim. Aştî wê bi têkoşîna dayikan bê.”