'Heta Birêz Ocalan azad nebe, civak azad nabe'
Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Amedê peyameke hevpar dan û gotin, "Heta Ocalan azad nebe, civak jî azad nabe. Çalakiyên me wê heta azadiya Birêz Ocalan dewam bikin."
Çalakgerên greva birçîbûnê yên li Amedê peyameke hevpar dan û gotin, "Heta Ocalan azad nebe, civak jî azad nabe. Çalakiyên me wê heta azadiya Birêz Ocalan dewam bikin."
Greva birçîbûnê ya KCD, HDK, KJA, DBP û HDP'ê, ku ji bo pêkhatina hevdîtina bi Ocalan re destpê kir, di roja 4. de ye. Berxwedêrên grevê dan xuyakirin, ku azadiya Ocalan azadiya tevahiya civakê ye û peyameke hevpar dan:
Endama Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulcîhan Şîmşek: Azadiya Rêbertî beriya her tiştî azadiya jinan e, azadiya tevahiya civakê ye. Heta em agahiyê ji Rêbertî bigirin, em ê çalakiya xwe bidomînin.
Sînemavan Îbrahîm Yildirim: Huner bê vîn nabe. Em xwedî li vîna xwe derdikevin.
Endama KJA'yê Elîf Haran: Fikarên me li ser ewlekarî û jiyana Rêbertî hene. Bila tavilê hevdîtin pê re were kirin.
Rêveberê Navçeya Baglarê Huseyîn Çelîk: Azadiya Birêz Ocalan azadiya hemû gelan e. Em bang li her kesî dikin ku xwedî li vê çalakiya me derkevin.
Endamê Komeleya 78'an Talat Emre: Birêz Ocalan ji bo azadiya gelê Kurd li ber xwe dide. Em jî bo azadiya Birêz Ocalan ketine greva birçîbûnê. Bê Serok jiyan nabe.
Endamê Komeleya 78'an Rifat Ronî: Birêz Ocalan rûmeta gelê Kurdistanê ye û em xwedî li rûmeta axwe derdikevin.
Ji rêveberên TUHAD-FED'ê Mûrat Doner: Heta Birêz Ocalan azad nebe, gel jî azad nabin. Em bang li temamiya gelê Kurd dikin ku xwedî li çalakiya me derkeve û piştgiriyê bide.
Şanoger Berfîn Emektar: Huner bêyî vînê nabe. Em xwedî li vîna xwe derdikevin û heta em agahiyê ji vîna xwe bigirin, em ê çalakiya xwe neqedînin.
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Zekî Baran: Heta Rêbertî azad nebe, kes azad nabe.
Endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Zeynel Mat: Bê Serok jiyan nabe. Heta Rêbertî azad bibe û agahiyeke têrker jê bê standin, wê çalakiya me dewam bike.