Hestiyên Dêrsimê li Meclîsê ne!

Hestiyên Dêrsimê li Meclîsê ne!

Parelementerê BDP’ê yê Amedê Altan Tan, hestiyên li Dêrsîmê hatin dîtin ji meclîsê pirsî ka yên kîjan salê ne û tesbîta nasnameyan hate kirin an na.

Parlementerê BDP'ê Altan Tan, têkildarî hestiyên di dema xebatên riya Dêrsîmê de hatin dîtin ji bo Wezîrê Navxweyî Tirk Muammer Guler bibersivîne pirsname da Meclîsê.

Tan di pirsnameyê de hestiyên di xebata riyê ya li gundê Kocakoç a 7 kîlometreyan ji navenda Dêrsîmê dûr hatin dîtin ên ên mirovan bi bîrxistin.

Di pirsnameyê de hate diyarkirin, hem di salên 1990'an de li Dêrsîmê gelek cînayetên kiryar nediyar pêk hatin û di sala 1937'an de jî bi hezaran mirov hatin qetilkirin. Di pirsnameyê de ev pirs hatin pirsîn:

"Ji bo hestiyên li herêmê hatin dîtin bê zanîn ên kîjan salan in lêkolîna tesbîtkirinê hatiye kirin? Ev hestî yên çend kesan in û tesbîta nasnameya wan hatiye kirin? Li qada hestî lê hatin dîtin ji bo hestiyên din hene an na lêkolîn dê bê kirin?"