'Her roja bi Rêbertî re, roja jiyana bi azadiyê re ye'

Gerîlayên YJA Starê têkildarî 4'ê Nîsanê axivîn û gotin, "Nêrîn, mejî bi ti awayî dîl nayê girtin. Dîwarê Îmraliyê dîwarekî di navbera jinan û mirovahiyê de hatiye lêkirin e." Gerîlayan li dijî tecrîdê banga tevlîbûna li nava refên gerîla kirin.

Gerîlayên YJA Starê têkildarî 4'ê Nîsanê axivîn û gotin, "Nêrîn, mejî bi ti awayî dîl nayê girtin. Dîwarê Îmraliyê dîwarekî di navbera jinan û mirovahiyê de hatiye lêkirin e." Gerîlayan li dijî tecrîdê banga tevlîbûna li nava refên gerîla kirin.

Gerîlayên YJA Star û HPG'ê Dr. Jiyan Garzan, Delal Avşîn, Hebûn Azad û Cîger Herekol, li ser 4'ê Nîsanê axivîn.

GARZAN: DEM DEMA DIJDERKETINA LI VÊ TECRÎDÊ, LI VÎ DÎWARÎ, LI VÊ QIRKIRINÊ YE

Dr. Jiyan Garzan diyar kir, 4'ê Nîsanê fêmkirina nirxan, xwegihandina vîn, azadî, rêxistinbûyîn û têkoşînê ye û ev roj li jinan û tevahiya gelê Kurd pîroz kir.

Dr. Garzan da xuyakirin, ku her çend Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibe girtin jî ew mirovê herî azad e û got, "Nêrîn, mejî bi ti awayî dîl nayê girtin. Dîwarê Îmraliyê dîwarekî di navbera jinan û mirovahiyê de hatiye lêkirin e. Dîwarê Îmraliyê dîwarê li hemberî azadî û nasnameya jinê ye. Dîwarê li dijî hevgirtina azad a gelan û li hemberî jiyana bi hev re ye. Lewma tecrîda îro ya li Îmraliyê tecrîdkirina mirovahî, demokrasî û azadiyê ye. Qirkirinek e. Divê mirovahî hemû li dijî vî dîwarê li hemberî azadiyê hatiye lêkirin, vê qirkirinê bisekinîne. Pêwîste di 4'ê Nîsanê de her der bê şînkirin. Divê em li her derê daran biçînin û ji bo xwezayê bibin bersiv."

Dr. Garzan bal kişand ser xwerêveberiyên li Kurdistanê û ragihand, ev xwerêveberî bi zimanê xweza û azadiyê re tê wateya xwebûyîn, tê wateya dijderketina li mêtîngeriyê. Dr. Garzan da xuyakirin, ku bi vê wesîleyê ew berxwedana xwerêveberiyê silav dike û bang li her kesî dike, ji bo li dora vê berxwedanê bibin yek.

AZAD: BI QASÎ KU EM PÊ BIHESIN DIKARIN DAWÎ LI HEVRÊTIYA XWE YA QELS BÎNIN'

Gerîlayê HPG'ê Hebûn Azad da zanîn, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojane enerjiya xwe nû dike, dafirîne û got, "Rêbertî sibe û siberojê bi temamî di nava dema niha de analîz dike û pêşkêş dike. Eger em dixwazin Rêbertî fêm bikin, dixwazin bibin parek ji azadiya wî, em neçar in bi serweriya wateyê ya Rêbertî bihesin. Bi qasî ku em pê bihesin dikarin parve bikin û dawî li hevrêtiya xwe ya qels bînin."

Azad diya rkir, divê ew 4'ê Nîsanê weke rojeke rast a rojbûnê binirxînin û axaftina xwe wiha dewam kir: "Roja di 4'ê Nîsanê de hilat, roja ji bo hemû gelên cîhanê ye. Mîna ji gelê Kurd re, ji tevahiya gelên cîhanê re sembola azadiyê ye. Asta ku niha şoreşa me gihaştiye, asteke gelekî krîtîk e. Ev qonax di heman demê de qonaxa xwegihandina Rêberê me ye. Girîng em 4'ê Nîsanê welê pêşwazî bikin, ku xwe bigihînin Rêberê xwe. Ev barê şoreşê li pêşiya me û hemû gelên ji azadiyê bawer dikin weke wezîfeyekê disekine."

AVŞÎN: JI BO ŞIKANDINA ZINCÎRÊN TECRÎDÊ DIVÊ EM BIHERIKIN NAVA REFÊN TÊKOŞÎNÊ

Gerîlaya YJA Starê Delal Avşîn diyar kir, rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rojbûna jiyan û azadiyê ye û got, "Rêber Apo yê ku civakeke zane û xwedî vîn esas digire, li hemberî sîstema serdest, hêza bingehîn a alternatîf e.

Gerîla Avşîn bang li hemû jinên cîhanê kir, ku bêhtir xwedî li Rêberê Gelê Kurd derkevin, li dora wî bicivin û got, "Ji bo jiyana azad, divê ev were kirin. Her roja bi Rêbertî re roja jiyana azad e.

Ji ber şert û mercên ragirtinê ev salek e em ji Rêbertî ti agahiyan nagirin û ev yek me dixe nava fikaran. Ji bo şikandina tecrîdê, divê em li dora bîrdoziya jiyanê ya Rêbertî li hev bicivin. Çawa ku em bi nêrîna wî re derketin pêş, em ê bi azadiya wî re azad bibin. Bi tecrîdkirina wî re em îro hemû hatine tecrîdkirin. Ji bo şikandina hemû zincîrên tecrîdê û xerakirina dîwarê hatiye lêkirin, divê em têkoşîna xwe her gavê û li her cihî mezin bikin."

HEREKOL: EM LI KU DIBIN BILA BIBIN, DILÊ ME...

Gerîlayê HPG'ê Cîger Herekol destnîşan kir ku rojbûna Rêberê Gelê Kurd serîrakirina li ya heyî ye û got, "Eger em dixwazin bi Rêberê xwe re bijîn, çawa ku wî jiyana xwe diyarî miroahiyê kiriye, divê em jî ji bo hilweşandina dîwarê Îmraliyê û xwegihandina wî, fedekariyan bikin. Em li ku dibin bila bibin, pêwîste dilê me bi wî re û ji bo bicihanîna nêrînên wî lê bide. Ji ber ku dîrok nîşan dide ku jiyana bêyî Rêber Apo ji bo me ne jiyan e. Em jiyanek bêyî wî ti carî qebûl nakin. Girîng e em xwe li ser vê bingehê bi rêxistin bikin û berxwedana xwe mezin bikin. Ji bo 4'ê Nîsana bê em bi Rêberê xwe re pîroz bikin, divê em li nava refên berxwedanê cih bigirin."

...