Her 7'ê mehê belavkirina alîkariyan e

​Alîkariya ji bo welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe biterikîrin û hatin li bakurê Kurdistanê bi cih bûne bênvaber didome.

 

 

Alîkariya ji bo welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe biterikîrin û hatin li bakurê Kurdistanê bi cih bûne bênvaber didome. Her wiha ji bo belavkirina alîkariya welatiyên ji Kobanê yên li gundan bi cih bûn jî her roja 7'ê mehê alîkarî tên belavkirin.

Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê neçar man cih û warê xwe biterikîrin û hatin li bakurê Kurdistanê li Pirsûsê bi cih bûn. Ji bo alîkariyê kampanya hatin destpêkirin û kampanyayên alîkariyê bênavber didomin.Welatiyê bi navê Burhan Karakuyu li Îzmîrê di nav malbata xwe û hawirdora xwe mama û pêdiviyên zarokan, cil û berg dan hev û bi TIR'ê anî Pirsûsê. Karakuyu alîkariya kom kiriye teslîmî berpirsyarên dîplomasiyê ya KCD'ê Huseyîn Çeçen û Mustafa Dogal kirin û anîn depoya Avestayê.

'JI BO AVAKIRINA KOBANÊ ÇI JI DESTÊN ME BÊ EM Ê BIKIN'

Karakuyu diyar kir ku du meh berê ji bo koçberên Kobanê kampanyaya alîkariyê dabûn destpêkirin û ji bo welatiyên Kobanê bi şev û roj dixebitîn. Karakuyu anî ziman ku bi serfîraziya Kobanê pir kêfxweş bûye û ji bo avakirina Kobanê çi ji destên wan bê dê bikin."

Berpirsyarên dîplomasiyê ya KCD'ê Mustafa Dogal jî ji bo alîkariyê spasiyê xwe anî ziman û wiha got: "Hemû alîkarî ji bo me girîng e. Lê di serî de alîkarîya ji bo zarokên biçûk hîn girîngtir e. Pêdiviyê me niha ji mama û şîrê zarokan heye. Divê di serî de alîkarî ji bo zarokan bên kirin."

'PÊDIVIYÊN ME JI ŞÎR Û MAMAYÊ ZAROKAN HEYE'

Her wiha ji bo belavkirina alîkariya welatiyên ji Kobanê yên li gundan bi cih bûne jî her roja 7'ê mehê alîkarî tên belav kirin. Berpirsyarê depoya Awewestayê Ahmet Nebo diyar da zanîn ku ji bo welatiyên Kobane bi awayekî organîzeyî alîkarî tên belavkirin û wiha axivî: "Ev bû 5 meh ez li vê derê dixebitim. Ji bo 9 hezar koçberên Kobanê yên li gundan bi cih bûne xurek belav dikin. Niha jî em bi xebatkarên xwe yên dildar alîkariyên tên bar dikin û bi gund bi gund alîkariya ji wan re dişînin. Her wiha gelek pêdiviyê me jî heye. Di serî de şîr, mama û efadê zarokan hewce ye. Dîsa jî nok, zeyt, fasûlî, birinç, şekir hwd. pêwist e."