'Heke li holê îxanetek hebe ew jî îxaneta desthilatiyê ye'

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag çû serdana "Nobeda Azadiyê" ya ji bo piştgiriya akademîsyen Esra Mungan, Muzaffer Kaya û Kivanç Ersoy.

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag a ji bo piştevaniya akademîsyen Esra Mungan çû serdana "Nobeda  Azadiyê" ya li ber Girtîgeha Bakirkoyê li hemberî pênasikirinên wekî "xayîn" "îxanet" ên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û rayedarên hikûmetê yên der barê akademîsyenên aştiyê dixwazin dikin nerazîbûn nîşan da û got ku heke îxanetek hebe ew jî îxanate desthilatiya siyasî ya li dijî gel e. Yuksekdag diyar kir ku desthilatiya siyasî êrîşî fikr dike. 

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag çû serdana "Nobeda  Azadiyê" ya ji bo piştgiriya akademîsyen Esra Mungan, Muzaffer Kaya û Kivanç Ersoy ên hatine girtin li ber Girtîgeha Bakirkoyê hatiye destpêkirin. Yuksekdag li vir axaftineke kurt kir û polîtîkayên hikûmetê yên li dijî akademîsyenan rexne kir. 

'DAXWAZA AŞTIYÊ HATIYE DÎLGIRTIN'

Yuksekdag bi lêv kir ku bi girtina akademîsyenan ve daxwaza fikr û aştiyê tê dîlgirtin û wiha berdewam kir: "Li Girtîgeha Bakirkoyê daxwaza aştî û fikr hatiye dîlgirtin. Îradeya ku naxwaze bibe şirîkê şer hatiye dîlgirtin. Êrîşên li dijî akademîsyenan nîşan dide ku li Tirkiyeyê fikr di bin pêkûteyeke çawa de ye û ji bo vê yekê girîng e."

HEKE ÎXANET HEBE DESTHILATIYÊ KIRIYE 

Yuksekdag destnîşan kir ku li Tirkiyeyê desthilatî herî zêde ji fikr û îtirazê ditirsin, sedema dîlgirtina akademîsyenan jî ev e. Yuksekdag li hemberî pênasikirinên wekî "xayîn" "îxanet" ên Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan û rayedarên hikûmetê yên der barê akademîsyenên aştiyê dixwazin dikin nerazîbûn nîşan da û got ku heke îxanetek hebe ew jî îxanate desthilatiya siyasî ya li dijî gel e.

FIKIR NIKARE BÊ GIRTIN

Yuksekdag der bir ku di dîrokê de desthilatdaran her tim xwestine fikran dîl bigirin, lê ji ber ku hêza fikr nikare bê zeftkirin nakeve hundirê diwaran, li hil nayê, akademî bû hêza ku ji bo aştiyê civak rabe li ser piyan, ev hêz nikare bê dîlgirtin.

'PÊWÎST BIKE 24 SAETAN NOBEDÊ BÊ GIRTIN'

Yuksekdag bang li civakê kir û xwest li dora "çirûska azadî û aştiyê" ya ku akademîsyenan pêxistiye kom bibin, heke pêwîst bike divê 24 saetan nobed bê girtin, li dijî zilmê 24 saetan nobedê bigirin. 

‘EM Ê AŞTIYÊ NE BI DESTHILATDARIYÊ BI GEL AVA BIKIN’

Yuksekdag banga akademîsyenan ya ku gotibûn wê nebin şîrikê vî şerî bi bîr xist û wiha dom kir: “Akademîsyenan gotibûn wê li pêşberî her tiştî ti carî dest ji aştiyê bernedin. Bi awayekî wêrekî nîşan dane ku vê berpirsiyariyê digirin ser xwe. Em li pişt vê vîna wan in. Em girtina wan şermezar dikin. Em dixwazin hevalên me demildest serbest bên berdan. Ji bo aştiya civakê em bang li her kesî dikin ku li akademîsyenan xwedî derkevin.”

‘EM LI GEL MIROVAHIYÊ NE’

Piştî Yuksekdag parêzvanê mafên mirovan Akin Bîrdal axivî û bal kişand ser xebatên aştiyê yên Komleya Aştiyê ku berê dabû meşandin û ev tişt got: “Parêzvanên aştiyê di dadgehên awarte de ku dihatin darizandin, gotin “Zanistên ku aştiyê diparêzin tên darizandin, em vê yekê qebûl nakin. Em vê îdîanameyê cîdî nagirin” bi vê helwesta xwe dadgehên faşîst teşhşîr kiribûn. Serokkomar Erdogan dibêje aliyê xwe diyar bikin. Lê em dibêjin em li gel mirovahiyê cihê xwe digirin.” 

‘DIVÊ TÊKOŞÎN BIBE HEVPAR’

Seroka Giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan jî da zanîn ku akademîsyen di demên herî dijwar de dengê xwe bilind kirine û wiha got: “Şer girtina ser qetlîaman in. Divê em li dijî şer li ber girtîgehan vê têkoşînê hevpar bikin.”

‘EM Ê TESLÎMÊ TARÎTIYÊ NEKIN’

Seroka Partiya Tevgera Kedkaran (EHP) Sîbel Uzun jî da zanîn ku ew ê têkoşîna akademîsyenan a azadiyê biparêzin û wiha got: “Em li pişt belavoka akademîsyenan in. Em ê akademîsyenan radestî destên tarî nekin. Ji bo şer bi dawî bibe em ê têkoşîna azadiyê bidin meşandin.”

‘BILA DORPÊÇ RABE’

Herî dawî Hevberdevka Bloka Aştiyê Nuray Sancar axivî û wiha bi lêv kir: “Em hîşyar û di nobedê de bin. Divê dorpêça li ser akademîsyenên ku aştî û azadiyê dixwazin rabe.”
Piştî axaftinan heyet demek din jî li ber Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan ma û piştre veqetiya.