Hejmara kesên ku li Şêx Meqsûdê hatin qetilkirin gihişt 7’an

Hejmara kesên ku di êrîşên çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê/ENKS’ê yên li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê de jiyana xwe ji dest da gihişt 7’an, her wiha hejmara birîndaran jî derket 20’an.

Hejmara kesên ku di êrîşên çeteyên Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê/ENKS’ê yên li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê de jiyana xwe ji dest da gihişt 7’an, her wiha hejmara birîndaran jî derket 20’an.

Êrîşên çeteyên qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê û ENKS’ê ku bi piştgiriya Erdogan tevdigerin, ji 16’ê Sibatê ve li ser Taxa Şêx Meqsûd a Helebê didomin.

Di êrîşên ku çeteyên PDKS û Yekîtî yên girêdayî ENKS’ê jî tê de ne de her cure çekên giran bi kar tînin, hate hînbûn ku êrîşên çeteyan didomin, kesên jiyana xwe ji dest dane bûne 7 kes, kesên ku birîndar jî bûne hejmara wan gihiştiye 20’an.

Di êrîşên giran ên çeteyên qaşo Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê û ENKS’ê de hejmara kesên ku di du rojên dawî de jiyana xwe ji dest dane gihişte 26’an. Di êrîşan de 100 kes jî birîndar bûn.

Li dijî taxê êrîşên çeteyan didomin.