Rêxistinên HDP û DBP’ê yên Geverê, li Wanê civîna çapemeniyê lidar xistin û gotin, "Em dibînin gelek cenaze li naverastê tên teşhîrkirin û ji aliyê ajalan ve tên xwarin." DBP'ê û HDP'ê li dijî vê rewşê banga lezgîn kirin.
Rêxistinên HDP û DBP ên Geverê der barê dorpêç û êrîşên tevkujiyê di roja 26. de didomin li avahiya bajêr a HDP'ê ya Wanê civîna çapemeniyê lidar xistin. Hevserokê HDP'ê yê navçeya Geverê Fîkret Tûrgût, Hevserokê DBP'ê yê navçeya Geverê Rustem Demîr jî di nav de rêveberên HDP û DBP'ê di dema dayîna daxuyaniyê de amade bûn. Tûrgût di civînê de axivî û bal kişand ser dorpêça Geverê. Tûrgût destnîşan kir ku êrîşên ku bi navê "Aramî û ewlehiyê têne meşandin" tenê rê li ber koçberî, mirin û hilweşînê vedikin.
'EV POLÎTÎKA ENCAMÊ NADE'
Tûrgût anî ziman ku rêbazên hikûmeta AKP'ê niha pêş dixe di 12'ê Îlonê de û salên 1990'an de jî hatine ceribandin lê ti encam nedane û wiha berdewam kir: "Di fermiyetê de tenê li navenda navçeyê qedexe hatiye danîn lê li hemû gundên Geverê qedexe bi awayekî fiîlî di meriyetê de ye. Welatiyên me yên li gundan dijîn nikarin biçin nexweşxanê, destûr nayê dayîn ku biçin ser erd û zeviyên xwe."
'DIVÊ SAZIYÊN ME PIRSGIRÊKÊN GEL ÇARESER BIKIN'
Tûrgût bang li rêxistinên mafên mirovan, partiyên siyasî, saziyên civaka sivîl û rêxistinên tenduristiyê kir ku ji bo Geverê bi awayekî lezgîn bikevin nav liv û tevgerê û wiha pê de çû: "Dîsa ji ber polîtîkayên koçberkirinê, gelê me yê li bajar û navçeyên derdor bi cih bûne jî bi pirsgirêkan re rû bi rû ne. Em bang li hemû sazî û dezgehan dikin ku bi pirsgirêkên gelê me re eleqeder bibin û piştgiriyê bidin."
Tûrgût di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku encama şer hilweşîn û kaos e û anî ziman ku çi dibe bila bibe wê gelê kurd dest ji mafên xwe yên bingehîn bernede.