HDP: Em êrîşa li dijî hevseroka xwe ya giştî şermezar dikin
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê rojnameya Starê ku hevseroka giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hedef nîşan da, şermezar kir û banga lêborînê kir.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê rojnameya Starê ku hevseroka giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hedef nîşan da, şermezar kir û banga lêborînê kir.
Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP’ê rojnameya Starê ku Hevseroka Giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag hedef nîşan da, şermezar kir û banga lêborînê kir.
Desteya Rêveber Navendî ya HDP’ê, têkildarî kampanyaya reşkirinê ya li hemberî Hevseroka giştî ya HDP’ê Fîgen Yuksekdag de daxuyaniyek nivîskî da.
Di daxuyaniyê de hat destnîşan kirin ku hin derdor û saziyên çapemeniyê di rojên dawî de li dijî hevseroka wan a giştî Fîgen Yuksekdag kampaya reşkirinê dane destpêkirin û ev xal hat destnîşankirin:
'ROJNAMEYA STARÊ BI AŞKERA HEDEF NÎŞAN DA'
“Hem têkoşîna ku li Rojava ji bo rûmeta mirovahiyê û parastina nirxên mirovahî tê dayîn û hem jî tabloya siyasî ya di 7’ê Hezîranê de li welatê me derketiye holê, hinek aliyan dixe nava fikaran. Encamên van fikaran di çapemeniya alîgirên hikûmetê de bi awayekî herî qirêj xwe dide xuyakirin.
Rojnameya Starê li hemberî Hevseroka me ya Giştî Fîgen Yuksekdag îfadeya ‘bêdeng bikin’ bi kar aniye û awayekî aşkera ew hedef nîşan daye. Rojnameya Starê berpirsê êrîşeke heyî ya li dijî Birêz Yuksekdag e. Em bang li rojnameya Starê dikin ku îfadeyên xwe yên li dijî Birêz Hevseroka me Yuksekdag rast bike û lêborînê bixwaze.
Em ji raya giştî re diyar dikin ku wê rojnameya Starê giliyê Konseya Çapemeniya Tirk bikin.”