HDP'ê şertên Êzidiyan ji Davûtoglû pirsî

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Alî Atalan, der barê Êzidiyên neçar mane koçî Tirkiyeyê bikin de pêşniyar pirsek pêşkêşî Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kir.

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê Alî Atalan, der barê Êzidiyên neçar mane koçî Tirkiyeyê bikin de pêşniyar pirsek pêşkêşî Serokwezîr Ahmet Davûtoglû kir.

Atalan bibîr xist ku piraniya Êzidiyên ji ber komkujiya Tebaxa 2014'an a DAIŞ'ê pêk anî ji Şengalê neçar man bên Tirkiyeyê jin û zarok in û got, "Beşeke biçûk a Êzidiyên li Tirkiyeyê li kampên AFAD'ê yên li Mîdyad û Nisêbînê dijîn. Piraniya Êzidiyan li kampên Şaredariyê yên li Sêrt, Êlih, Şirnex, Amed û Wêranşarê dimînin. Ji ber ku dewletê hînê statuya 'penaberiya demkî' nedaye wan, di mijara pêwîstiyên bingehîn û dayîna xizmetên fermî de, bêpar dimînin."

Atala her wiha bal kişand ser pêla koçberiya Êzidiyan a bi gotinên bê bingeh destpê kiriye û ji Serokwezîr Davûtoglû xwest, bersivê bide van pirsan:

"Hejmara Êzidiyên piştî komkujiya Tebaxa 2014'an ji Şengalê koçî Tirkiyeyê kirine, çiqas e? Çiqas ji Êzidiyên hatin Tirkiyeyê çûne welatên din? Çûne kîjan welatan? Nifûsa Êzidiyên hînê li Tirkiyeyê ne, çiqas e?

We ti lêkolîn an jî lêpirsîn vekirine ku kê agahiya 'deriyê sînor ê Bûlgarîstanê wê li Êzidiyan were vekirin' belav kiriye? Hûn difikirin ku di vê der barê de lêpirsînê bidin destpêkirin?

Tevî ku çavkaniyeke aboriyê ya Êzidiyên Şengalê nîne, kê bi çi rengî wesayît organîze kirin ku wan bigihînin heta Edîrneyê?

Dema Êzidiyan amadekarî dikirin berê xwe bidin sînorê Bûlgarîstanê çima Walîtiyên Amed, Şirnex, Sêrt û Êlihê ji van welatiyan re negotin, ku tiştekî bi vî rengî ne pêkane?

Li gorî agahiyan Walîtiya Amedê ji heyeta Êzidiyan re bersiva 'hûn dikarin biçin' daye. Der barê vê helwesta Walîtiya Amedê de hûnê lêpirsînê bidin destpêkirin?

Planeke hikûmeta we ya ji bo valakirina kampên şaredariyê heye?

Yek ji xeteriyên herî mezin ên li pêşiya Êzidiyên xwe li Tirkiyeyê girtine, şebekeyên bazirganiya mirovan e. Li dijî van şebekeyan tedbîreke we heye? Ev tedbîr çi ne?

Çima Êzidî di gelek mijaran de ji xizmetan bêpar tên hiştin?"