HDP'ê ji bo muzakereyan qanûn pêşniyar kir

HDP'ê, ji bo ewlekirina muzakereyên ji bo aştiya civakî hatine kirin/bên kirin, Qanûna Muzakereyan û Aştiya Civakî pêşniyar kir.

Di Pêşniyar Qanûna Muzakereyan û Aştiya Civakî ya HDP'ê de ji bo muzakereyan hat gotin, "Dewlet, ji bo pêkhatina mûzakereyan bi awayekî ewle, rêbaz û teknîkên di cih de bi kar tîne. Muzakere tên qeydkirin û arşîvkirin." Di pêşniyarê de cih ji pîvanên bingehîn, windahiyan, maf, garantiyan û komîsyonan re hat veqetandin hat destnîşankirin, ku ji bo dawî li newekheviya zayendîperestî ya civakî û tevlîkirina jinan li pêvajoya aştiyê, divê dewlet guhertinên pêwîst bike.

Di beşa 'armanc û çarçoveya' pêşniyar qanûnê de wiha hat ragihandin, ku armanca vê pêşniyar qanûnê, di serî de çareseriya pirsgirêka Kurd, ji bo çareseriya hemû pirsgirêkên siyasî, etnîkî, çandî, bawerî, civakî û aborî, ji bo pêkhatina aştiya civakî çarçoveya qanûnî ya muzakereyan bê diyarkirin û pêvajoya aştiyê were hêsankirin.