HAY: Girê lê şehîd ketiye mîna Tamer Arda azad e

Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî têkildarî Mahir Arpaçay ê di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyek weşand, got: “Girê lê şehîd ketiye mîna Tamer Arda azad e.”

Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî têkildarî Mahir Arpaçay ê di berxwedana Rojava de jiyana xwe ji dest da, daxuaniyek weşand, got: “Girê lê şehîd ketiye mîna Tamer Arda azad e.”

Navenda Biryargeha Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî (HAY) di daxuyaniya xwe got: “Di şerê rizgariya Rojava de hevrêyekî me yê din jî şehîd ket. Di operasyona 3’yê Gulanê de hevrê Mahîr Arpaçay (Tamer Arda) ê hê 19 salî bû li hember guleyên DAIŞ’a faşîst bi qehremanî şer kir û gihiştiye şehadetê.”

Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî diyar kir ku Girê lê şehîd ketiye mîna Tamer Arda azad e û wiha dewam kir: “Hêza me ya şoreşgerî ya di rêya diçe serketinê de wê faşîzma DAIŞ’ê parçe parçe, ji dîrokê rake, bi qehremanên wek Mahîr wek Bedrettîn zêde dibe.

Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî, wê çek û xwîna Mahîr li erdê nehêle. Em bi hêrs û hêza xwe ya li ser esasê gavekê jî paşde navêje her diçe mezin dibe, em hesabpirsînê didomînin. Tevayî Hêzên Azadiyê yên Yekgirtî li hemû qadên lê ji bo hesab ji DAIŞ’a faşîst û piştevanên wê pirs bike wê bikeve nav tevgerê.”